Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Efrînê bang kir

Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê daxuyaniyek weşand.

Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Heyva Sor wiha ye:

ʺEfrîn ku piraniya şêniyên wê Kurd in, yek ji bajarên herî aram û ewle li Sûriyeyê ye. Tevî derfetên xwe ên kêm jî, Efrîn hembêza xwe ji bo sed hezaran koçberên Sûriyeyê re vekir û xwedî li wan derket.

Bajarê Efrînê ku beriya şer hejmara şêniyên wê 200 hezar bû, di nava 2 salan de ev hejmar ji mîlyonekî derbas bû.

Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, hemû pêkhateyên li Efrînê bûn xwedî jiyaneke hevpar û aram.

Di van rojên ku mirovahî li benda bidawîbûna şer û aloziyan nû, dewleta Tirk û komên cîhadîst û selefî bi hev re êrîşî Efrînê kirin.

Bi vê êrîşê re armanc ew e ku herêm bi temamî ji sivîlan were valakirin. Navê vê dagirkeriyê jî kirine ʺşaxê zeytûnêʺ û bi vê yekê re dixwazin ser komkujiyan bigirin.

Di bin navê alîkariyê de TIR’ên çekan şandin û li kampên penaberan bi hezaran cîhadîst perwerde kirin. Dewleta Tirk li dijî daxwazên Efrîniyan ên aştî û demokrasiyê bersiva dagirkeriyê dide.

Bêdengiya welatên din jî erêkirina van êrîşan e. Gelê Kurd ji bo vê cîhanê ji zilma DAIŞ’ê rizgar bike, bi hezaran keç û xortên xwe feda kir. Li ser xaka xwe ji bo jiyaneke hevpar û aştiyane ya hemû gelan pergalek ava kir.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas dikin. Li Efrînê jin, zarok û extiyarên sîvîl dikin hedef.

Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan tê tinekirin. Herî dawî jî ambûlansa Heyva Sor dema ku birîndar tê de bûn kirin hedef. Ev yek jî bêexlaqiya wan nîşan dide.

Em komkujî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin. Berpirsiyariya civaka navneteweyî ew e ku li pişt gelê Kurd bisekine. Saziyên alîkariyê yên navneteweyî divê li dijî sedema van felaketan jî têbikoşe.

Banga me ew e ku civaka navneteweyî û saziyên alîkariyê li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.ʺ