Artêşa Tirk a dagirker kalê 70’ê salî qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên li hember Efrînê de kalê bi navê Arîf Henan Mihemed yê 70 salî qetil kir.

Li hember Efrînê êrîşên dagirker ên artêşa Tirk didomin. Îro li gundê Meydan Ekbeşê yê girêdayî Rocoyê kalê bi navê Arîf Henan Mihemed dema diçe nav bexçeyê zeytûnan ji aliyê eskerên Tirk ve tê qetilkirin.

Cenazeyê Arîf ji ber bomberdûmana dijwar hê jî li bejahiyê maye.

Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê vê sibehê jî gundê Şerawa Gubelê da ber bombeyan û di encamê de herî kêm 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 4 jî birîndar bûn.