Di êrîşa dagirkirinê ya 9 rojan de 60 şehîd, 153 sivîl birîndar bûne

Rêveberiya Nexweşxaneya Avîrn û Meclîsa Tenduristiya Kantona Efrînê hejmara qûrbahiyên êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir û li gorî vê; di êrîşan de heta niha 60 şehîd û 153 sivîl birîndar bûne.

Rêveberiya Nexweşxaneya Avîrn û Meclîsa Tenduristiya Kantona Efrînê hejmara birîndar û şehîdên 9 rojên hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê di civîneke çapemeniyê de eşkere kir. Rêbeberan anî ziman ku piraniya şehîd û birîndaran bi çekên giran ên mîna tank û balafiran bûne.

Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 10’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike.

Di destpêka civînê de Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed daxuyaniyek xwend û têde destnîşan kir ku hemû şehîd û birîndarên sivîl ji aliyê tank û balefirên artêşa Tirk ve hatine armanc girtin.

GELEK JI ŞEHÎD Û BIRÎNDARAN KOÇBERÊN XWE GIHANDINE EFRÎNA ARAM IN

Dr. Ciwan Mihemed got ku gelek birîndar li ser rêya nexwşxaneyê şehîd bûne û got ku gelek cenazeyên şehîdan parçe bûne û desnîşan kir ku gelek ji şehîdan koçberên ji Îdlîbê, Heleb, Til Qirah û Dêrcemalê hatine.

Dr. Mihemed di axaftina xwe de wiha got: “Komkujiya ku li gundê Gobelê ya navçeya Şêrewa pêk hatiye agahiyên baş di derbarê wê de nehatine wergirtin ji ber ku hejmara şehîd û birîndaran zêde ye û ji ber giraniya birînên birîndaran nasnameyên wan nehatine zanîn.”

CENAZE DI BIN XIRBEYANDE MANE

Dr. Ciwan Mihemed got ku li gorî agahiyên hatine bi dest xistin li cihê komkujiya gundê Gobelê 25 kesan jiyan dikir û ji van 7 birîndar rewşa wan giran e û 8 şehîd in û yên din jî hê di bin bermahiyên hilweşandî de ne û derxistina cenazeyan berdewam dike.

PIRANIYA ŞEHÎD Û BIRÎNDARAN JIN Û ZAROK IN

Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya kantona Efrînê Dermansaz Anjêla Reşo diyar kir ku duh li navçeya Bilbilê artêşa Tirk şivanek armanc girtiye û di encamê de şehîd bûye her wiha keçeke 15 salî ya bi navê Zekiye li navçeya Mabeta şehîd bûye.

Anjêla got ku hejmara giştî ya 9 rojên êrîşa hovane ya artêşa Tirkiyeyê 153 birîndar in û ji wan 30 jin û 26 zarok in û hejmara şehîdan jî 60 e û ji wan 12 jin in û 19 zarok in.

BANGA ALÎKARIYA LEZGÎN

Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya kantona Efrînê Dermansaz Anjêla Reşo bang li hemû rêxistinên mirovahiyê kir ku alîkariya wan bikin ji ber ku rewşa piraniya birîndaran giran e.