Artêşa Tirk fena DAÎŞ'ê êrîşî perestgehan dike

Artêşa Tirk êrîşî Perestgeha Eyn Dara kir ku Beriya Zayinê sala 1300'î hate çêkirin.

Artêşa Tirk a dagirker, bi rê û rêbazên çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî berhemên dîrokî dike. Artêşa Tirk ku bi mejiyê qirker dixwaze her tiştên erdnîgariya Kurdistanê tine bike, niha jî êrîşî perestgehan dike.

Perestgeha Eyn Dara ya antîk, ku li nêzî gundê Eyn Dara yê Efrînê ye, ji ber bomberdûmana balafirên şer a artêşa Tirk a dagiker, zerareke mezin dît.

Perestgeha Eyn Dara dişibe Perestgeha Silêman ku di Încîla Îbranî de weke Perestgeha Destpêkê tê destnîşankirin. Ev perestgeh Beriya Zayinê sala 1300'î hate çêkirin.

Tê gotin, Perestgeha Eyn Dara diyarî Xwedawend Îştar, Xwedawend Astarte ya jî Xwedayê Ba'al Hadad hatiye kirin.

Wezareta Çandê ya Sûriyeyê êrîşa li ser Perestgeha Eyn Darayê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatek irin, şermezar kir. Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Berhemên Antîk a ser bi Wezaretê ev bang li saziyên navneteweyî kir: "Ji bo êrîş li berhemên çandî û arkeolojîk ên li Efrînê neyên kirin, zextê li Tirkiyeyê bikin." Di daxuyaniyê de dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ku navenda wê li Îngilîstanê ye ragihand, ji ber êrîşên Tirkiyeyê Perestgeha Eyn Dara zerar dîtiye.

FENA DAÎŞ'Ê

Çeteyên DAÎŞ'ê jî beriya niha êrîşî gelek berhemên dîrokî kiribûn, hinek ji wan dizî bûn û firotibûn bazirganên Tirkan.

Artêşa Tirk jî bi heman mejî, ji goristanan heta berhemên dîrokî êrîşî her tiştên Kurdan dike.