'Dema Efrîn tê bombebarankirin, li Soçiyê çareserî ne pêkan e'

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi gotina "Dema Efrîn tê bombebarankirin, li Soçiyê çareserî ne pêkan e" nerazîbûn nîşan da û got, "Nehewandina hêzeke ku di çareseriyê de rola wê heye, wê bandoreke neyînî bike."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyê derbarê civîna li bajarê Rûsya Soçiyê pêk were, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'ME PIŞTGIRÎ DA ÇARESEYÊ'

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Gelê me yê Bakurê Sûriyê her tim ji hewldanên çareseriyê hatin dûrxistin. Me daîmî ji bo pêkhatina çareseriya demokratîk li hember terorê şer kir. Her wiha me piştgirî da lêgerînên çareseriya krîza Sûriyê. Tevî ku em di hemû aliyan de li gorî xizmeta gelê Sûriyê tevdigerin, lê her demê em dihatin dûrxistin û hewl dan ku me weke ti têkiliya me bi rewşa Sûriyê re nebe nîşan bidin. Ev nêzîkatî di demeke ku gelê me ji hemû gelên Sûriyê re pêşengtî dikir de pêk hat. Lê em her dem amade bûn ku ji bo xebatên çareseriyê gavan bavêjin û herwiha ji bo tunekirina terorê em hertim têkoşiyan.

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ CEWHERÊ SOÇÎ YE’

Di vê rewşê de rastî û cidiyeta vexwendin û bangawaziyên civînê nemaneye. Li vir herwiha zelal dibe bê wê kî beşdarî vê civînê bibin. Ji milekî ve dema gelên Surîyê li Efrînê têne bombebarankirin, ne pêkan e ku rêyên çareseriyê bên dîtin. Di van êrîşan de zarok û jin şehîd dikevin, beramberî wê heta niha civaka navnetewî ne ketiye nav tevgerê. Helwesta Rûsya ya ku piştgiriya êrîşa dewleta Tirk dike, nîşan dide ku çareseriya siyasî di xeteriyê de ye û rê û rêbazên eskerî esas digrin. Ev rewş nîşan dide ku wê civîna li Soçî mîna civînên berî niha bê encam bîmine. Êrêkirina daxwazên Tirkiyê li dijî berjewendiyên gelên Sûriyê ne û ev yek li ber çareseriyê asteng e. 

WÊ BANDORA NEYÎNÎ LI PÊVAJOYÊ BIKE’

Di heman demê de nehewandina hêzeke ku wê di çareseriya krîzê de bi bandor be, wê bandoreke neyînî li pêvajoyê bike. Wekî din sekna Rusya wê bandorê li civîna Soçî bike. Em weke rêveberiya siyasî ya Bakrûrê Sûriyê dixwazin bi awayekî zelal carek din bêjin ku em ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe hertim amade ne. Em bi ti awayî qebûl nakin ku tenê di warê eskerî de rol didin me. Heta dawiyê baweriya me bi çareseriya demokratîk heye. Lê em dizanin ku dewleta Tirk dest diwerdê vê. Em bangawaziyê li Rusyayê dikin ku dûalî nêzî mijaran nebe. Rusya ji milekî ve ji bo bikaranîna hemû çekan piştgiriyê dide dewleta Tirk û ji milê dî ve xwe mîna aliyê çareseriyê dixwaze nîşan dide.

Kurd, Ereb, Êzîdî, Xiristiyan û Elewî, tevahiya gelên me li Efrînê rastî êrîşên tunekirinê tên. Gelên me yên li Efrînê bûne qurbanê lihevkirinên siyasî. Li beramberî van lihevkirinên siyasî jî xwe weke parêzerên berjewendiyên gelên Sûriyê nîşan didin. Ew dibêjin ku wê beşeke gelên Sûriyê qurban bikin û bi vî awayî çareseriyê pêk bînin. Lê ev rastî hemû rêyên çareseriyê dixetimîne."