Bi sedan welatiyên herêma Efrînê bi armanca merasîma veşartina cenazeyên Şehîd Avesta Xabûr û 23 berxwedêran li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn.
Piştî ku welatiyan cenazeyên berxwedêran ji nexweşxaneyê wergirtin ber bi qada taxa Efrîna nû ve meşiyan û li vir merasîmek lidar xistin. Welatiyan durişmeyên dilsoziya bi bBerxwedana Serdemê ya Efrînê re qîriyan û berxwedana şervanên QSD’ê li dijî hovîtiya artêşa Tirk silav kirin.
‘BI SAYA ŞERVAN Û GEL NIKARIN GAVEKÊ PÊŞ VE WERIN’
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre jî Hevseroka Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Ebdullah axivî û got: “Ev deh roj in welatiyên Efrînê bê navber li dijî artêşa Tirk li ber xwe didin û alîkariya şervanên QSD’ê yên li eniyên berxwedanê dikin.” Abdullah destnîşan kir ku artêşa Tirk li dijî welatiyên sivîl teknolojiya pêşketî ya leşkerî bi kar tîne û bi awayekî hovane bi tank û balefiran gundên herêmê bombebaran dike û wiha domand: “Bi saya fedekariya şervanên QSD’ê û artêşa Tirk nikare gavekê jî ber bi hundirê Efrînê ve bavêje.”
‘ÊRÎŞÊN WE ME NATIRSÎNE’
Di merasîmê de li ser navê malbata şehîd Niyazî Seydo bavê wî Behcet Seydo axivî û wiha got: “Em ji artêşa dagirkeriyê re dibêjin ku ti carî hovîtiya we me natirsîne û ti carî vîna azadîxwazan nayê şikandin.”
Di dawiya merasîmê de karwanê şehîdan ber bi Goristan Şehîd Avesta ya li gundê Kefer Şîlê ve çû û cenazeyên welatiyên sivîl jî ber bi bajaroka Dêrcemalê ve hatin şandin.
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nasnameyên şervan û sivîlên şehîd ketin wiha ne:
“Behcet Hemo (Dil Pak), Îbrahîm Elî (Alan), Ehmed Menan (Deştî), Zekeriya Qehwe (Zekeriya), Zelûx Hemo (Avesta Xabûr), Nêçîrvan Ebdo (Ciwan Berxwedan), Mihemed Mihemed (Bakur Rojava), Mihemed Elî (Herdem), Umer Reşo (Botan), Emîne Îsmaîl (Amara Efrîn), Ebdullah Habîl (Baz), Rojhat Efrîn, Rojhat Mûsa, Mihemed Hadî (Başûr Soran), Umer Bekir (Ciwan Efrîn), Mehmûd Soko (Zardeşt).”
Nasnameyên welatiyên sivîl;
“Horiyê Geno, Fatme Ebdilreb, Henadî Geno, Hesen Geno, Hisên Elî, Rewan Eswed û zarok Kemal Geno”