Balafirên şer bombeyan li gundên Şera dibarînin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gundên navçeya Şera ya Efrînê dibarînin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gundên navçeya Şera ya Efrînê dibarînin.
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer bombeyan li gundên Dîmedaş û Ereb ên navçeya Şera ya Efrînê dibarîne.
Bomberdûman vê gavê jî dewam dike.
Balafirên şer ên Tirk danê sibehê jî êrîş biribûn ser gundên navçeyên Cindirêsê û Bilbilê.
Ji ber bomberdûmana duh gelek sivîl ji aliyê hêzên Tirk ên dagirker ve hatibûn kuştin.