SSU: Divê Erdogan bê dadgehkirin

Li Swêdê baskê ciwanan SSU yê Partiya Karkerên Demokrat ên Sosyal ku şirîkên hikumetê ne, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de SSU xwest ku Erdogan ji ber êrîşên li hemeber Efrînê derkeve dadgehê.

SSU di daxuyaniya xwe de bal kişand şerê ku li Efrînê sivîl têne qetilkirin û ev agahî ji aliyê Mala Çavderiya Sûriyê ya navenda wê li Londrayê ye hatine parvekirin. Di daxwuyaniyê de hate diyarkirin ku mixabin Neteweyên Yekbûyî biryara şermezarkirina Tirkiyê negirtiye û wiha hate gotin: “Niha dem dema wê ye ku cîhana derve sînyal bide Tirkiyê ku nikarê bê sebeb êrîş bike”.

Di dawiya daxuyaniyê de serokê SSU’yê Philîp Bostrom got: “Erdogan divê ji ber êrîşên xwe yên li hember Kurdan bê darizanidin.”

Ji bo ku em di derbarê mijarê de agahiyan bigrin, me serî li Sekreterê Çapemeniyê yê SSU Pavlos Cavelier Bizas da: “Beramberî ku ti êrîş ji Efrînê, li dijî Tirkiyê pêk nehatine jî, dewleta Tirk êrîşî Kurdan dike. Ev nayê qebûlkirin. Divê Neteweyên Yekbûyî êrîş şermezar bikira, lê ev nekir.”

Bizas bibîr xist ku li Rojava û Bakûrê Sûrî hêzên YPG/YPJ li dijî DAİŞ’ê şerêkî serketî meşandin û gel ji komkujiyan parastin û wiha dewam kir: “Lê Erdogan niha êrîş dibe ser Efrînê. Li Tirkiyê mafên bingehîn ê Kurdan binpê dike. Piştgiriya me ya bi Kurdan re wê bidome.”