Fermandariya QSD’ê têkildarî Girê Qestelê daxuyaniyek da

Fermandariya QSD’ê ya Efrînê diyar kir ku agahiyên artêşa Tirk û çapemeniya wê ya têkildarî Girê Qestelê didin nerastin, berxwedana şervanên QSD’ê dewam dike.

Fermandariya QSD’ê ya Efrînê têkildarî berxwedana li ser Girî Qestelê- Bersaya daxuyanî da û îdayên dewleta Tirk û çapemeniya wê ya ku dibêjin wan gir girtine deriwand.

Daxuyaniya QSD ya di derbarê Girê Qestelê- Bersaya de wiha ye:

 “Ragihandina dewleta Tirk û bi rêya alavên xwe yên şerê taybet, hîn jî nûçeyên ne rast û derew di derbarê êrîşa xwe ya li ser gelê me û hêzên me yên Efrînê didomîne. Di nava van îdayên ne rasat û derew de ragihandina dewleta Tirk derewek belav kir ku dibêje; artêşa Tirk û çekdarên Cebhet El-Nusra Girê Qestelê-Bersaya bidest xistine. Ev gir ji roja yekem a êrîşa deweleta Tirk ve tê topbaran û bombebarankirin. Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan topbaran û bombebarana li ser girê zêde bû. Li vir em tekez dikin ku îdaya wan a girtina gir ji rastiyê dûr e. Tiştê pêk hat, piştî bikaranîna hemû cûreyên çekên giran, bi dehan balafirên şer û hilkoperterên Kobra, her wiha çekên di qadên navdewletî de qedexekirî wekî napalim ku bi kar anîn. Di heman demê de bi sedan endamên komên terorîst û di serî de Cebhet El-Nusra (Beşê Qaîda ya Sûriyê) wan beşek biçûk ji çiya dagir kir. Li wir xwestin hêzên me tune bikin, ji ber wê me hêzên xwe li hin nuqteyan bicih kir û berxwedana xwe ya vegerandina wî beşê dewam kir.

Tevî ku dewelta Tirk hemû cûreyên çekên navborî bikar anîn jî her wiha bi balafiran bombebaran kirin 2 caran nikarîbûn gir bigirin. Li vir hêzên me bi wan re ketin şerê sing bi sing, di encamê de bi dehan leşker hatin kuştin û birîndarkirin.

Em ji raya giştî û gelê xwe re jî tekez dikin ku Girê Qestelê ya gelê me ye û wê wiha bimîne, hêzên me hîn li wir li ber xwe didin û evsaneyên berxwedanê li dijî terora dewleta Tirk û çeteyên terorîst ên girêdayî wan pêk tîne. Em ê heta vegera hemû nuqteyên li ser çiya li ber xwe bidin û em ê ti carî herêmên Efrînê buhayê wê çibe bela bibe bernedin. Di heman demê de em tekez dikin ku artêşa Tirk berê xwe daya terorîstên El Qaîda, her wiha çekên di qadên navdewletî de qedexe bikar tînin, da ku pêşketinekê bidest bixin, lê piştî êrîşa 9 rojan ji êrîşa wan nîşan dide ku ew li ber berxwedana şervanên me bê hêvî bûne."