YPJ: Çalakiya Avesta Xabûr bersiveke xurt e
Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) îro ji bo Avesta Xabûr daxuyaniyeke nivîskî weşand a ku li Efrînê li hemberî artêşa Tirkiyeyê çalakiyeke fedaî li dar xistibû.
Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) îro ji bo Avesta Xabûr daxuyaniyeke nivîskî weşand a ku li Efrînê li hemberî artêşa Tirkiyeyê çalakiyeke fedaî li dar xistibû.
Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) îro ji bo Avesta Xabûr daxuyaniyeke nivîskî weşand a ku li Efrînê li hemberî artêşa Tirkiyeyê çalakiyeke fedaî li dar xistibû.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ya li dijî herêma Efrînê û gelê wê di roja 9’emîn de bi hemû dijwariya xwe didomin. Dewleta dagirker bi van êrîşan re armanc dike ku projeya gelê me ya Federaliyê û biratiya gelan a li Bakurê Sûriyê derb bike û car din wehşeta barbar û mogolan li cîhanê vejîne.
Dewleta Tirkiyeyê bi deh hezaran çete ji komên terorîst ên El-Qaîde/Cebhet El-Nusra, DAIŞ û artêşa Azad, tevî tank û balafirên xwe kom kir û ajot ser gelê me. Di encama van êrîşan de jin û zarok di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li ber vê jî di oxira parastina deskeftiyên şoreşê de gelê me li ber yekîneyên me berxwedanek dîrokî ya ji pola raber kirin.
Di roja 8’emîn a berxwedanê de (27’ê Çileyê) çeteyên dagirker bi tank û balefiran êrîşî gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê kirin. Êrîşên çeteyan li vî gundî rastî berxwedan û bersivên şervanên me hatin. Şervana YPJ’ê Avesta Xabûr bi hêz û israra ku ji giyana hevrêyên xwe Jînda, Newal û Silav girtibû û li ser şopa fedaî ya Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê, tevî bombeyên xwe êrîşî tankekê kir a ku hewl dida derbasî gundê Hemamê bibe û li hemberî tankê wê çalakiyeke fedaî pêk anî.
Keçika Çiyayê Kurmênc AvEsta Xabûr (Zalûx Hemo) ku di nav malbateke welatparêz a gundê Baliya yê navçeya Bilbilê de li ser fikir û felsefeya hezkirina welat û azadiyê mezin bibû, bi vê çalakiya xwe re gihişt asta şehadetê û tevlî karwanê nemiran bû û soza xwe ya parastina gelê xwe û deskeftiyên wî bi cih anîn.
Avêsta ji bo yekîneyên me sembola jina Kurd a azad ku bi fikir û hêza îdeolojî têr û tije ye û ji bo gelê xwe û doza wî xwedî ruhek fedaî û nêrînek kûr a taktîk û teoriya leşkerî temsîl dike. Avesta xetereya terorê ya li ser cîhanê hîs kiribû û biryar da ku tevlî yekîneyên Antî Teror bû, li wir jî tevlî dehan çalakiyên dijî rêxistinên terorîst bû. Çalakiya Avesta li hember hişmendiya faşîst a dewleta Tirk, hevkarên wê û terora wan û bêdengiya cîhanê, bersivek tund bû.
Em di Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê de soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li hember dagirkeriya Tirk têbikoşin û mafên xwe yên rewa di jiyaneke azad û bi rûmet bidist bixin. Şervanên me wê li ser şopa fedaî ya Avesta, Arîn û Rêvanan bin û em ê Efrînê veguherînin goristana van faşîst, dijminên jin û mirovahiyê.”