Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê
Bi sendan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 2 şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê spartin axê.
Bi sendan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 2 şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê spartin axê.
Girseya gel cenazeyê şehîd Mihemde EL-Mesûd (Diyar) û Basil EL-Eetiya (Şaho Hesekê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya girêdayî kantona Hesekê ve ketin rê.
Dema ku karwanê şehîdan giha goristanê şervanên YPJ/YPG û Hêzên Erka Xweparastin li gel deqeyekê merasîmeke leşkerî lidar xistin. Piştre jî Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîza Ehmed axivî û sersaxî ji malbata herdû şehîdan re xwest.
Ezîza got ku bi saya berxwedaniya şehîdan hemû gelê herêmê bi ewle dijîn û herêm ji şerê mezhebî xelas kirin.
Ji fermandarên YPG`ê Jiyan Tolhildan axivî û tekez kir ku ew ê heta dawiyê li hember artêşa Tirk a dagirker û terorên wê şer bikin.
Her wiha di merasîmê de Rêvebera Kongreya Star Welîda Botî jî got ku hemû gelê Bakurê Sûriyê wê bi yek destî li hember dijminatiya dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze pîlanan li ser xaka Sûriyê pêk bîne, bisekenin.
Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwedin û radestî malbatan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd namire’ û tiîliyên dayikan spartin axê.