Bi sedan wealtiyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer cenazeyê şervanên YPG’ê Beşdar El-Ewad (Diyab Yûsifiye) û Ehmed Elî (Serbest Til Koçer) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn ji Rimelan girtin û berbî goristana Til koçer ve ketin rê.
Li Goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre di merasîmê de Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê şermezar kir. Di merasîmê def fermandarên YPG’ê jî axivîn.
Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyan li goristanê hate veşartin.