Bi hezaran kes li Qada Azadiyê ya bajarê Dêrikê li hev civiyan û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cadeyên qerebalix ya bajêr meşiyan.
Gelê Dêrikê yê ku tevlî meşê bûyîn Berxwedana Serdemê ya li Efrînê silav kirin.
Meşa gel li Qada Şehîd Bawer bi dawî bû û li ser navê pêkhate û partiyên siyasî yên bajêr Rêveberiya Kongreya Star Heyfa Yûsif daxuyanî da. Heyfa Yûsif diyar kir ku berxwedana li Efrînê hemû planên Erdogan yê Sûriyeyê pûç kiriye û wiha domand; “Ev êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû Sûriyeyê ye. Artêşa Tirk a dagirker bi van êrîşan re qanûnên navneteweyî binpê dike.”
Şeyh Masûm El-Dêrşewî li ser navê saziyên olî yên bajêr axivî û wiha got; “Berxwedana me ji bo vî tiştî ye ku gel bi azad bijî. Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku li dijî van êrîşan em ê li ber xwe bidin.”
Herî dawî Hewas El-Elî li ser navê Meclîsa Rûspî û Eşiran axivî û êrîşên hovane yên dewleta Tirk yên li ser Efrînê şermezar kir û li dijî êrîşan banga bihêzkirina yekitîyê kir.