Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah a daxuyaniyek bi sernavê “Banga lezgîn ji bo raya giştî” da, got: “Enceq ruhê me ji bedena me derkeve, enceq wisa ji Efrînê derkevîn. Efrîn ti car seî netewan, natewîne. Efînê wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide.”
Daxuyaniya Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah wiha ye: “Topbaran û bombebarana dewleta Tirk ket roja xwe ya 9’an û bê rawestandin. Dewleta Tirk di vê demê de kêliyekê jî nerawestiyaye, hemû cûreyên çekên giran li dijî gelê Efrînê, li dijî darên wê yên zeytûnan, li dijî çiya, newal, bendav û çemên wê bikar anîn. Di rêya bikaranîna balafir, tank,top, helikopter û fûzayan hemû kîna xwe li dijî Efrînê xistiye dewrê. Êrîşa wan li dijî mirovan, dar, kevir û her tiştê zindî pêk tê. Bi vê yekê dixwazin şerê tunekirinê li dijî hemû kesên li Efrînê mane bikar bînin. Li dijî kesên ku parstina mal, rumet, zeytûn, av, erd û ezamên xwe dikin êrîşên hovane pêk tînin. Kesên rumet û namûsa xwe diparêzin, dîrok, çand û hebûna wê kirine hedef.
Rejîma Tirkiyyê berê hemû alavên xwe yên leşkerî bi awaykeî hovane dan gelê me û berê hovên hemû aliyan dan hêzên me yên YPG, YPJ û QSD’ê, hêzên ku di salên derbasbûyî de bûne sembola cîhanê ya berxwedana li dijî terorê û pêkanîna ewlekariyê.
Dewleta Tirk bi awayekî vekirî û ji her kesî re dibêje ku dixwaze van yekîneyên navborî ku bi navê mirovahiyê û hemû gelê Sûriyê bi hemû ol û netewên wê şerê terorê dikin, tune bike. Dixwazin hêzên ku heta vê kêliyê li Dêra Zorê şerê DAIŞ’ê dikin.
Êrîşa dewleta Tirk bi gelekî ji êrîşa çeteyên DAIŞ’ê xetertire. Ji ber ku ew bi navê dewletekê ku endamê NY’yî û NATO’yê ye li pêşiya çavên hemû cîhanê û civaka navdewletî êrîş dike. Li pêşiya çavên wan di nava van 9 rojan de navendên tenduristiyê hatin ruxandin, embulans hatin hedefkirin, her wiha bendava Meydankê jî ji wan ne filitî. Li ser vê re jî bi dehan şehîd û birîndar ku piraniya wan sivîl in çêbûne. Piraniya qurbaniyan kesên bitemen, jin û zarokên ku ji herêmên xwe hatine koçberkirin û berê xwe dan Efrîna ku bi rêveberiya xwe ya xweser aramî pêk anî û bû wergeha gelek koçberên Sûriyê. Zêdeyî nîv milyon insanên Sûriyê li wir bi cih bibûn.
Heger ne ji ji bêdengiya civaka navdewletî ba wê ev komkujî pêk ne hataya û wê dewleta Tirk nikarîba cesaret kiriba û êrîşeka dijminane bi vî rengî ku li dijî nirxên mirovahiyê û peymanên navdewletî ye pêk anîba.
Em ê xwe bi ruhê Berxwedana Serdemê ya Efrînê û bi ruhê kesayeta Avesta Xabûr û hemû şehîdên me li ber xwe bidin û tekoşîna xwe bidomînin. Em li Efrîna serbilind in. Ji Efrîna ku di nava dîrokê de, Efrîna pêşerojê, Efrîna aşîtî û aramiyê bang li hemû civaka navdewletî û fermî yên cîhanê dikin. Banga me bi teybet ji hemû Kurdistaniyan re, ji tevahî hêzên demokratîk re ku dengê Efrînê bighînin hemû cîhanê. Êrîşên hovane ku li dijî Efrînê pêk tên bighînin hemû raya giştî.
Di heman demê de em bang li NY, Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, Yekîtiya Ewropa û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî teroristan dikin ku berpirsyariyên xwe beranberî rewşa li Efrînê pêk bînin. Demildest ji bo parstina gel û xaka Efrînê bikevin tevgerê. Da ku nebin şirîkê tiştê li dijî gelê me yê bi ewle û aram û hêzên me yên şerê DAIŞ’ê kirin û derbeyên giran li wan xistin pêk tê. Îro ji hêzên me tê xwstin ku tunekirina terorê li Sûriyê bidomîne û aramiyê li herêma û tevahiya cîhanê pêk bîne.
Enceq ruhê me ji bedena me derkeve, enceq wisa ji Efrînê derkevîn. Efrîn ti car seî netewan, natewîne. Efînê wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide.”