Balafirên şer ên Tirk bombeyan li keleha dîrokî dibarînin

Balafirên şer ên Tirk bombeyan li keleha Nebî Hûrî ya li navçeya Şera ya Efrînê dibarînin.

Keleha Nebî Hûrî ya li navçeya Şer ya Efrînê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tê bombekirin.

Nebî Hûrî li herêmeke di navbera navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê de ye. Nebî Hûrî tê wateya Neviyên Hûriyan. Nebî Hûrî yek ji cihên herî kevn ê bicihbûnê yê Efrînê ye.

Artêşa Tirk êrîşî Perestgeha Eyn Dara ya Berî Zayinê sala 1300'î hatibû çêkirin, kiribû.

Wekî din, li navçeya Bilbilê jî balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker ji aliyê şervanan ve hate xistin.