YPG: Yên ku li gel dewleta Tirk bên Efrînê wê di hedefa me de be

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ya ku têkildarî bicihkirina koçberan a ji bo guhertina demografiya Efrîn û gundên wê ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dom dike, daxuyaniyek da û got: “Her kesên li gel dewleta Tirk berê xwe bide Efrînê di hedefa me de ye."

Di daxuyaniya Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ku têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo guhertina demografiya herêmê û bicihkirina koçberên li kampan a li gundên herêma Efrînê yên talan kirî de ev agahî hate parvekirin:

ʺDi demeke ku dewletên navneteweyî di bêdengiyeke bi guman de ye, gelê me li Efrînê rastî kiryarên faşîst ên dewleta Tirk û çeteyên wê tên. Ev kiryar bi şerê qirkirinê ku dîrok û pêşeroja herêmê û mafê jiyana azad û bi rûmet hedef girt, herwiha bi şerê leşkerî yê nûker ku hemû zagonên navdewletê binpê kirin û binpê dike, hate destpêkirin.

Ji kiryarên faşîst ku dewleta Tirk a xwe dispêre alava leşkerî pê radibe, koçberkirin gelê me û qetilkirina gelê me li herêmên ku di demên dawî dagir kirine, yê ku biryara girêdana bi dîroka xwe li herêmê nîşan daye. Her wiha talankirina mal û milkên welatiyan û belavkirina dîmenên ku têde soza serjêkirinê welatiyên ku nekevin bin desthildariya terora Tirkiyê û çeteyên wê, dane.

Yek ji van kiryarên ku gihîştiye lûtkeya xwe, anîna malbatên çeteyên ku tevlî êrîşa dewleta Tirkiyê bûne, her wiha anîna malbatên ji herêma Etmê, Ezaz, Tirkiyê û pêkhateya Turkmen ji Iraqê û bicihkirina wan li gundên navçeya Şiyê û Cindirêsê. Ev yek jî kiryara guhartina demografiyê ku berê Erdoganê faşîst di destpêka êrîşa xwe ya dagirkerî de anibû ziman, bi awayekî zelal eşkere dibe.

Ev hemû kiryar tekez dikin ku armanca dagirkeriya Tirk ji destpêkê de, qirkirina gelê me ye û rakirina hebûna wan ji kok de ye. Her wiha ev kiryar wê fitneyên mezhebî û neteweyî di navbera gelê Sûriyê de ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyê yên qirêj çêbike. Di heman demê de, kiryarên navborî dihêle ku şerê li Sûriyê dirêj bibe û gelê Sûriyê koçber bibe û hevpeyman li ser hesabê jiyan û pêşeroja gelê Sûriyê were çêkirin.

Em wekî YPG`ê tekez dikin ku hemû herêmên ku dewleta Tirk wê demografiya wê biguhere, ew herêm berê û heta niha jî qadên şer in û heta niha çalakiyên leşkerî li wir çêdibin. Em hemû kesên destê wan di vê lîstokê de hene, hişyar dikin ku nêzî herêmê nebin ji ber ku wê bibin armancên rewa yên şervanên me. Her wiha em bang li wan kesan dikin ku li peyî lîstokên Tirkiyê neçin û di heman demê hişyar dikin ku bi dewleta Tirk a faşîst re nebin alîkar bi pêkanîna armancên dijminahiya Tirkiyê derbarê gelên herêmê de. Ji ber ku bicihkirina wan li herêmê wê bi darê zorê bê, bê ku lêvegerekî wan ê zagonî û rewa hebê. Ev yek jî zagonên navneteweyî û mirovahî binpê dike û ji mafê şervanên me ye ku bikin armancên xwe.ʺ