Şehîdê destpêkê yê Efrînê jî bi destê çeteyên Azadî hatibû kuştin

Komên Azadî ku şehîdê destpêkê yê Efrînê yê Şoreşa Tîrmehê Çekdar kuştin, niha jî tevlî êrîşên dagirkirina Efrînê bûne. Hevalên şehîd Çekdar ên li dijî çeteyan li ber xwe didin dibêjin, wê rê nedin dagirkeran.

Dîrok niha jî xwe dubare dike. Hem ji bo berxwedêran, hem jî ji bo xiyanetkaran xwe dubare dike. Herkes bi çîroka Şehîd Çekdar zane, ku li Efrînê 10 roj beriya şoreşê ji aliyê çeteyên Azadî yên xwe weke "Heza Kurd" bi nav dikirin şehîd hate xistin. Çekdar şehîdê destpêkê yê Efrînê yê şoreşê bû. Xaniyê ku Şehîd Çekdar ji aliyê van hovan ve lê hate kuştin hate şewitandin, lê piştre bû muze. Şehîd Çekdar li yek ji cihên herî bedew ên Efrînê hate veşartin. Ew der jî kirin park û peykerê Çekdar li dijî xiyanetkaran hate çikandin. Ev hêzên ku xwe weke "Kurd" bi nav dikin û xiyanetê li şoreşê dikin, îro jî nasekinin. Yên ku 4'ê Tîrmeha 2012'an berpirsyarê rêxistinbûna ciwanan a Rojava Şehîd Çekdar bi êşkenceya hovane kuştin, îro jî tevî hemû tabûrên xwe tevlî êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê bûne û gelê Efrînê dikuje. Lê belê Efrînî jî mîna Şehîd Çekdar li ber van êrîşên hov û dagirker li ber xwe didin.

'EFRÎNIYAN SOZ DAN ÇEKDAR Û LI DORA ŞOREŞÊ CIVIYAN'

Efrînî dibêjin, şehadeta şehîd Çekdar ku di dilê her kesî de cih girtibû, ji bo rabûna Şoreşa 19'ê Tîrmehê bandoreke gelekî mezin kir.

Ji hevalên Şehîd Çekdar, Zekeriya anî ziman ku Çekdar bandoreke mezin li ciwanan kir û got, "Gelek ciwan bi şehadeta wî re tevlî kar û şoreşê bûn. Hinek ji van tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûn, hinekan jî berê xwe dan refên Tevgera Azadiyê. Gelek kesên ku Şehîd Çekdar nas kirin û tevlî bûn niha şehîd in."

Mamoste Nîvroj jî diyar kir ku Çekdar ne tenê bandor li Efrînê kir, wî bandor li tevahiya Rojava kir û got, "Piştî ku hevalê Çekdar şehîd bû, êdî ti ji me nekarîn li mala xwe rûnên. Her kes bi awayekî tevlî şoreşê bûn û xebitîn. Piştî şehadeta mirovekî wiha ku ji bo me dixebitî, min bi xwe jî soz da xwe û tevlî kar bûm."

'WEKE HEVALÊN ÇEKDAR EM LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDIN'

Ji hevalên Çekdar, Fîraz jî ragihand ku çeteyên bi rengekî hovane Çekdar kuştin îro tevlî êrîşên li ser Efrînê bûne. Fîraz qala şer û berxwedana li Efrînê kir: "Hevalê me çekdar dixwest vê xakê û gelê xwe biparêze. Hemû hêza xwe ji bo ciwanên Efrînî bi kar dianî. Şerê ku niha li Efrînê li dijî me tê kirin şerkeî giran e. Şerê çeteyan û Tirkan e. Tenê armanceke wan heye. Ew jî; talan û hilweşandin e. Hevalê Çekdar jî ji aliyê van çeteyan ve şehîd hatibû xistin. Lê belê çawa ku hevalê Çekdar li ber xwe da, em ê jî weke hevalên Çekdar li ber xwe bidin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi bîr û baweriya 'berxwedan jiyan e' em ê li ber xwe bidin."