Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Kobanê kir
Hêzên Tirk ên dagirker bi obus û hawanan êrîşî gundê Zormîxar yê dikeve rojavayê Kobanê kir.
Hêzên Tirk ên dagirker bi obus û hawanan êrîşî gundê Zormîxar yê dikeve rojavayê Kobanê kir.
Artêşa Tirk a dagirker ku ji 20’ê Çile ve bi tang, top, balefirên şer û çekên giran êrîşî Efrînê dike û sûçê şer dike, vê carê Kobanê ya ku li dijî DAIŞ’ê bûbû sembola têkoşînê kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, hêzên dagirker ên Tirk bi obus û hawanan êrîşî gundê Zormîxar yê dikeve rojavayê Kobanê kir.