Alimên dîn: Parastina Kurdistanê li EFrînê tê kirin

Alimên dînî yên Başûrê Kurdistanê, ku li dijî êrîşên Tirk ên li ser Efrînê, ji bo piştevaniyê hatin Efrînê gotin li Efrînê parastina Kurdistanê tê kirin û bang li Kurdan kirin ku bikevin nav vê parastinê.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, El Qaîde ya li ser Efrînê di roja 53’an de didome, nûnerên baweriyê yên ji Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên qirkirinê û dagirkirinê helwest nîşan dan.

Mele Seman Sengawî û nûnerê Zerdeştî Asrewan Qadrok gotin divê hemû bawreriyên Kurdan ji bo Efrînê divê tevbigerin.

Mele Saman Sengawî got Kurd dli dijî dagirkeriyê bûne yek û berxwedanî geş e û got: ‘’Em ji bo ku peymanekê bidin Erdoğan ê terorîst liv ir in. Kurd yek in, kes nikare dabeş bike û tine bike. Me li Başûrê Kurdistanê Sedam Hisên dît, ka li kû ye? Çi bi wan hat? Em gelê Kur dli vir in. Li Efrînê serfirazî nêz e. Bi destûra Xwedê bi agirê Newrozê em ê li Efrînê serfiraziyê pîroz bikin.’’

PEYAMA JI BO ALIMÊ KURD

Sengawî got hêzên Kurd ev 2 meh in li dijî mezintirîn artêşa duyemîn a NATO’yê bi lehengî şer dikin û got ev berxwedan ne tenê ya Efrînê ye, berevaniya hemû Kurdistanê ye. Sengawî wiha axivî: ‘’Sedam Hisên bi navê ayeta Qur’anê, Enfalê tevgera komkuj li dijî Kurdan kir. Erdoğan jî navê komkujiya xwe sûreya Fethê danî. Ev li dijî  Qur’anê sûc e. Ji bo ku qira Kurdan bînin Qur’anê ji xwe re dikine amûr. Ev li dijî Qur’anê sûcekî pir mezin e. Divê hemû alimên dîn vê bibinin. Bi taybetî jî Kurd. Ji bo komkujiyên li Misilmanên Burma û Filîstînê digirîn, lê alimên dîn ên Kurdan ji bo Efrînê hêstirek ne barandine.’’

BANGA TEVLÊBÛNÊ YA LI PARASTINA KURDISTANÊ

Sengawî got desthilatdarên Tirk, Ereb, Fars îslam kirine şûrê berjewendiya  xwe û got, ‘’Ka alimên Kurd ên dînî li kû ne? Çima dernakevin kuçeyan û dengê Kurdan nagihînin cîhanê? Ev ne şerê dîn e. Lê ew bi navê dîn zarokên me dikujin. Ev şerê netew û xakê ye. Ev şerê berevaniyê ya Kurdistanê ye. Qur’an dibêje, xaka xwe, malê xwe, canê xwe û namûsa xwe biparêzin. Heke em li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser xaka xwe, malê xwe, can û namûsa xwe bêdeng bimînin, ev tê wê maneyê ku em ne li gorî Qur’anê diçin. Heke em vê ayetê bi cih neyinin li cihana dî wê hesab ji me were pirsin. Ji bo vê jî ez bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikim ku tevlî vê parastinê bibin.’’

‘BI CAN Û XWÎNA XWE EM BI WAN RE NE’

Nûnerê dînê Zerdeştî yê di şandeyê de Asrewan Qadrok jî got ew li ber şehîdên Efrînê bejna xwe ditewîne û got, ‘’Ew şervan û şehîd îro Kurdistanê diparêzni. Min slavên Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê ji wan re aniye. Êrîşên li ser Efrînê ne tenê bi Efrînê re sînordar in, ev êrîş Kurdan dikine hedef. Şervan jî li dijî yek ji mezintirîn artêşa NATO’yê parastina hebûna me dikin. Ev parastina Kurdistanê ye. Parastina rûmetê ya Kurdistanê ye. Em ê jî bi can û xwîna xwe bi wan re bin.’’

HETA KENGÎ BÊDENGÎ?

Qadrok got wan li ser komkujiyên li Efrînê rapor dane NY, UNESCO, rêxistinên mafê mirovan û got, ‘’Hê jî peywira xwe bi cih neanîne. Biryara agirbestê standin lê Tirkiye guh nade biryarê. Li bara dagirkeriya Tirk çavê xwe girtine. Heta kengî wê bêdeng bin. Vatîkan jî deste kujerekî mînak Erdoğan digire û pê re diaxive. Em div ê rewşê de ji qada navnetewî çi hêvî bikin. Ji bo vê jî divê Kurd rastiya xwe bibininû li dijî dagirkeriyê bibin yek.’’