Şehîdên Efrînê hatin veşartin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina Efrînê, Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 54'an de ye.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina Efrînê, Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 54'an de ye.
Gelê Efrînê îro 18 şehîdên xwe ku di berxwedana dijî dewleat Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn spart axê.
Merasîmê saet 10'an dest pê kir û piştî ku nasnameya şehîdan hate xwendin cenazeyên şehîdan li Şehîdgeha Avesta Xabûr hatin veşartin.
Di merasîmê de şêniyên Efrînê bi qîrîna dirûşman nîşan dan ku ew dilsozê şehîdên xwe ne û ti carî dest ji Efrînê bernadin.