Li Mabata û Şiyê şer bi giranî diqewime
Li navçeyên Mabata û Şiyê yên Efrînê şer bi giranî diqewime. Qasî hatî zelal kirin di şer de 31 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çete hatin kuştin.
Li navçeyên Mabata û Şiyê yên Efrînê şer bi giranî diqewime. Qasî hatî zelal kirin di şer de 31 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çete hatin kuştin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê, şervanên YPG/YPJ’ê û gelê Efrînê Berxwedana Serdemê dewam dikin.
Li gundên Turmîşa, Şikefta, Maserka ên Şiye û navçeya Mabeta a Efrînê şer bi giranî diqewime.
Qasî ku hatî zelal kirin di şer de 31 leşker û çete hatine kuştin, 1 mekzemîn, 3 pîkab û 1 wesayîta leşkerî hatin rûxandin.