Firinên li Efrînê nan bê pere li gel belav dike

Piştî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê her ku diçe koçber li Efrînê zêde dibin, ji ber vê rewşê Meclîsa Gel a Efrînê biryar da ku firinên li bajêr xizmet bike ku nan bê pere li welatiyan belav bike.

Piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ên li ser Efrînê, li ser zêdebûna koçberan a li Efrînê Meclîsa Gel a Efrînê biryar da ku firinên li bajêr nan bê pere bidin welatiyan.

Piştî êrîşên dewleta Tirk ên di van rojên dawî yên li hemberî rêya Halep-Efrîn de, di bazirganiya deriyê bajêr ê ku li cîhanê vedibû de astengî derketin.

Bi kêmbûna pêdiviyên sereke yên xwarin û vexwarinê ên li bajêr, Meclîsa Gel a Efrînê biryar da ku firinên li bajêr nan bê pere li welatiyan belav bike. Li bajêr firinek girêdayî Meclîsa Gel a Efrînê û du firinên şexsî yên li gel Mecîsa Gel a Efrînê li hev hatî, dest bi xizmeta gel kir ku nanê bê pere li gel belav dike.