'Em ê bi ruhê hevrê Polat berxwedana Efrînê bi ser bixînin'
YPG'ê nasnameya şervanê xwe Polat Efrîn eşkere kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk êrîşa canbexşane pêk anî.
YPG'ê nasnameya şervanê xwe Polat Efrîn eşkere kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk êrîşa canbexşane pêk anî.
YPG'ê li ser nasnameya şervanê YPG'ê Polat Efrîn ku li gundê Qizilbaş ê navçeya Bilbilê li dijî êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk çalakiya canbeşxane kir, daxuyaniyek da. YPG'ê destnîşan kir ku Polat Efrîn li dijî êrîşên dewleta Tirk bi lehengî li ber xwe da û wiha dewam kir:
"Li dijî êrîşên dewleta Tirk, berxwedana me roj bi roj mezin dibe. Bila gelê Kurd vê yekê baş zanibe; heta ku ciwanên Kurd ên leheng ên mîna Avesta, Îlam û Polat hebin, wê dewleta Tirk ti carî bi ser nekeve. Dibe ku dewleta Tirk a dagirker teknîk û çeteyê xwe hebe, lê belê bila ji bîr neke yê me jî gelê me yê berxwedêr û qehreman heye û şervanên me yê wek Avesta Îlam û Polat hene. Ji ber vê yekê serketina Berxwedana Efrînê misoger e û em ê nehêlin dewleta dagirker, El Nûsra û DAÎŞ li ser vê axê bijîn. Di serî de em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Polat û hemû gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin û bila serê gelê me sax be. Em soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedanê li Efrînê bilind bikin."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd Polat Efrîn wiha ye:
Nasnav. Polat Efrîn
Nav paşnav: Merwan Omer
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Elî
Cihê ji dayikbûnê: Bilbilê / Efrîn
Cih û dema şehadetê: Gundê Qizilbaş / Bilbilê 12'ê Adara 2018