Li Efrînê di şerê duh de 25 leşker û 46 çete hatin kuştin

Li eniyên Şiyê, Cindirêsê, Mabeta, Bilbilê, Şera û Racoyê di şerê dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de 25 leşker û 46 çete hatin kuştin.

Berxwedana Serdemê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dike.

Duh li eniyên Şiyê, Cindirêsê, Mabeta, Bilbilê, Şera û Raco yên Efrînê di şer de 25 leşker û 46 çeteyên Tirk hatin kuştin.

Hêzên YPG/YPJ'ê duh li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê wesayiteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker rûxandibûn.