Cenazeyê şehîdê sivîl Ebdulxefûr li Qamişlo spartin axê

Bi sedan welatiyên bajarê Qamilo cenazeyê şehîdê sivîl Ebdulxefûr Hûtî ku di piştgiriya Berxwedana Serdemê’ encama krîza dil de, şehîd bûbû bi merasîmekê spartin axê.

Welatiyê bi navê Ebdulxefûr Hûtî (63) yê ji bajarê Qamişlo ku bi gelên herêma Cizîrê û Firatê re ji bo piştgirîdayîna gelê Efrînê, berê xwe da Efrînê, 11ʹê Adarê li ser axa Efrînê di encama kirîza dil de şehîd bû.

Li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Kefo Osman axivî ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û wiha got; “Şehîd Ebdulxefûr tevî temenê xwe yê mezin bi îsrar tevlî Berxwedana Serdemê bû û li ser axa Efrînê şehîd bû.ʺ

Bi navê YPG/YPJʹê Rûbar Qamişlo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha axivî, ʺBi ruhê welatparêziya şehîd Ebdulxefûr û bi xwîna şehîdan em ê bi ser bikevin. Vîna me gelê me yê berxwedêr e. Em soza domandina têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk heta serkeftinê didin.ʺ

Birayê şehîd Ebdulxefûr, Iyas Hûtî jî axivî, Berxwedana Serdemê silav kir û ev tişt got: ʺBirayê min zarokê dibistana Ocalan e, ji Rêberê xwe fêrî wateya berxwedanê bû. Ebduxefûr ji bo doza gelê xwe têkoşiya bi îsrar tevlî Berxwedana Serdemê bû ji bo piştgiriya gelê Efrînê. Ebdulxefûr rojên xwe yên dawî li Efrînê jiyan kir û li ser axa wê şehîd bû. Em bi şehadeta wî serbilind in. Em soza domandina berxwedanê nû dikin.ʺ

Piştre cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîlyên dayikan li goristanê hate veşartin.