Artêşa Tirk li gundê Bedînayê komujiyek kir: 9 kes şehîd bûn

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Bedîna yê navçeya Mabeta a Efrînê sivîl qetilkir.

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê didomin.

Li Efrînê ya ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn êrîşên dewleta Tirk didomin, artêşa Tirk komkujiyek din pêk anî.

Diyar bû di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên ku dixwestin vegerin gundê xwe yê li gundê Bedîna ya Mabetayê 9 sivîl hatin qetilkirin, gelek sivîl jî birîndar bûn.

Di encama êrîşên qirker û dagirker ên artêşa Tirk a ji 20’ê Çileyê ve ya li ser Efrînê dom dike de 25 jê zarok, 29 jin bi giştî 232 sivîl hatine qetilkirin, 90 jê zarok 100 jin bi giştî 668 sivîl jî birîndar bûne.