Dîmenên hinek ji kêliyên jiyanê ya li Efrînê…

Tevî hemû êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk berxwedana gel a li Efrînê dewam dike.

Êrîşên dagirker û qirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê yên mîna El Qaîde, El Nûsra û DAIŞ’ê ya li ser Efrînê de 53 roj li pey xwe hişt. Li Efrînê ya ku gelek welatî ji gund û bajarokên wê koçî herêmê kirî, her ku diçe hejmara welatiyan a li herêmê zêde dibe. Gel tevî topbaran û bomberdûmana balafir û çekên giran jiyana xwe ya rojan e derbas dikin.

Bi êrîşên dawî yên artêşa Tirk a dagirker re rêya Efrîn-Heleb a yekan e rêya li cîhanê vedibû, bazirganiya li herêmê kêm bûye. Li ser vê Meclîsa Gel a Efrînê biryara nan belavkirinê ya bê pere ji bo welatiyan stand.

Tevî bi êrîşên hewayî re tesîstên avê û herêmên yekan e pêdiviyên sereke yê jiyanê hatin bomberdûmankirin jî gel bi biryardarî didin nîşandan ku terka xaka xwe nakin. Li kolanên Efrînê dîmenên kêliya ji berxwedana roja 53’an ji aliyê ANF’ê ve hate kişandin.