Artêşa Tirk êrîşî Hêzên Gel ên Sûriyeyê kir: 8 mirî

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşî nuqteya Hêzên Gel ên artêşa Sûriyeyê kirin. Ji ber bomberdûmanê 8 endamên Hêzên Gel jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li bendên kontrolê yên li gundên Nebul û Zehra yên li bakurê Helebê barandin. Ji ber bomberdûmanê 8 endamên Hêzên Gel El Herişa yên ser bi artêşa Sûriyeyê ve jiyana xwe ji dest dan.

Endamên Hêzên Gel ên jiyana xwe ji dest dan: Elî Ednan Helaq, Hisên Bedir Şehada, Hesen Ehmed Hemûş, Elî Hesen Şemsedîn, Elî Tahir Bestîqa, Mihemed Elî Şehade, Yûsif Elî Hedad, Hesen Mûrade.