Gelê Efrînê ji her alî ve seferber bûye

Gelê Efrînê ku 54 roj in li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide, ji bo geşkirina berxwedanê li her qadê bi şervanên xwe re ye.

Gelê Efrînê ku 54 roj in li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ji hewayî û bejahî li ber xwe dide, ji bo destekê bide şervanên xwe seferber bûye.

Şêniyên Efrînê ji bo xwînê bide birîndaran li ber nexweşxaneyê li hev dicivin. Her roj bi dehan mirov ji dayina xwînê li ber navenda xwînbexşandinê li hev dicivin.

Dema ku wezîfedar dibêjin pêwîstiya wan bi xwînê nemaye jî, gel bi israr dixwaze xwînê bide.