Balafirên şer ên Tirk navenda Efrînê bombe dike

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, bombeyan li navenda Efrînê dibarîne.

Êrîşên qirker û dagirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê didome. Balafirên şer ên artêşa Tirk di van kêliyan de navenda Efrînê bombe dike.

Li Efrîn a ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrîşên qirkirinê li ser tê kirin bi sed hezaran welatiyên ji herêmê cuda yên Sûriye koç kirine, lê dijî.

Di encama êrîşên qirker û dagirker ên artêşa Tirk a ji 20’ê Çileyê ve ya li ser Efrînê dom dike de 25 jê zarok, 29 jin bi giştî 232 sivîl hatine qetilkirin, 90 jê zarok 100 jin bi giştî 668 sivîl jî birîndar bûne.