Dagirkeran li Şerawa êrîş birin ser konvoya sivîlan

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Basut ê navçeya Şerawa ya Efrînê top avêt konvoya ji wesayitên sivîlan pêk tê.

Gelê ku ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê ber bi Efrînê ve bi rê ket bû hedefa êrîşa leşker û çeteyên dagirkeran.

Li ser encama êrîşê agahî bi dest neket.

Van rojên dawî ji gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo li ber êrîşên dagirkeran rabin û xwedî li Efrînê derkevin berê xwe dabûn Efrînê.

Artêşa Tirk a dagirker ji 20'ê Çileyê ve êrîşî Efrînê dike. Dewleta Tirk û çeteyên wê DAÎŞ/El Qaîde bi rêk û pêk êrîşî sivîlan dikin. Ji ber van êrîşan bi sedan sivîl şehîd bûn, zêdeyî hezar sivîl jî birîndar bûn. Gelek ji mirovên hatin kuştin zarok in.