ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li gundê Basilê yê Şêrawa teqîn
Li gundê Basilê yê Şêrewaya Efrînê, li herêma çeteyên dewleta Tirk a dagirker lê dimînin teqîneke mezin pêk hat. -
Çeteyan li gundê Bûrç Haydar ê Şerawayê mirov revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro li gundê Bûrç Haydar ê Şerawaya Efrînê bi dehan kes revandin û dora gund girtin. -
Nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di navbera 19-23’yê Tebaxê de li cihên cuda şehîd bûne eşekere kir. -
TEV-DEM: Tirkiye Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve dibe
Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Kemal Akîf diyar kir ku Tirkiye naxwaze li Îdlîbê çareseriyek pêk were û bal kişand ser vî tiştî ku divê Tirkiye wekî dagirker were dîtin. -
Mislim: Mafên siyasî û çandî, bazar li ser wan nabe
Berpirsê Komîteya Karê Derve ya TEV-DEM’ê Salih Mislim li ser mijara hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re ji AFP’ê re axivî. Mislim got mafê siyasî û çandî ne mijara bazarê ye. -
YPG: 6 leşker û çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê bê navber derbên giran li Efrînê li artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê dide. Di 3 çalakiyên cihê yên serê meha Tebaxê ya li Efrînê de 6 leşker û çete hatine kuştin. -
Ziyana madî ya şerê li Sûriyeyê 400 milyar dolar e
NY’yê ragihand ku ji ber sedemê şerê navxweyî yê ku ev 7 sal in li Sûriyeyê diqewime, rê li ber ziyaneke madî bi qasî 400 milyar dolar vekiriye. -
Koçberan teslîmî çeteyan dikin
Dewleta Tirk ku bi salan e koçber li dijî Ewropayê kirî şantaj niha jî bi zorê wan dişîne Idlib û Efrînê. -
Cenazeyê endamê hêzên xweparastinê Derwîş hate veşartin
Endamên Xweparastinê Emîr Derwîş (Emîr Kobanê) yê ku di Bendava Rojava de şehîd bûbû li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin. -
Rêxistina Efûyê: Li Efrînê zextên giran hene
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Înternatîonal) diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê zextên giran dikin û mafên mirovan binpê dikin. -
QSD: Bejahiya Dêra Zorê bi giştî hat rizgarkirin
Fermandariya giştî ya QSD’ê eşkere kir ku bejahiya Dêra Zorê bi giştî hatiye rizgarkirin. -
Li Sûweydê hêzên rejîmê û DAÎŞ şerê hev dikin
Li bejahiya Suweydê hêzên rejîmê û DAÎŞ şerê hev dikin. Li Xûmisê êrîşeke bi amûrên hewayî li dijî Baregeha Şayratê pêk hat. -
Xezeba Zeytûnê: Çeteyekî Feylq El-Şam hate kuştin
Odeya Çalakiya Xezeba Zeytûnê ragihand di çalakiye taybet a li herêma Cindirêsê pêk hat de, çeteyekî koma Feyleq El-Şam hate kuştin. -
Ehmed: Rêxistinên alîkariyê divê xebatên xwe bidomin
Hevserokatiya Rêveberiya MSD’ê Îlhan Ehmed, destnîşan kir ku hevdîtinên li gel rejîmê wê bandorê li saziyên alîkariyê nekin, daxwaza domandina xebatan kirin. Ehmed ‘Radestkirina Bakurê Sûriye ya rejîma Sûriyeyê’ jî derewand. -
Tevlîbûna nava QSD’ê didome: 221 şervanên din tevlî QSD’ê bûn
Li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn a QSD’ê 221 ciwanên Dêra Zorê piştî ku perwerdeya xwe qedandin bi merasîmekê beşdarî nava refên QSD’ê bûn. -
Li Reqayê goreke din a komî hate dîtin
Li navenda bajarê Reqayê goreke din a komî hate dîtin. -
Dewleta Tirk êrîş kir, gundên Suryanan hate valakirin
Ji ber êrîşên dewleta Tirk gundê Suryanan ê bi navê Mela Abbas, hatiye ber valakirinê. -
Di bombebarana koalîsyonê de bi dehan çete hatin kuştin
Li herêmên dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de pêngava rizgarkirinê ya hêzên QSD’ê didome, hate ragihandin ku di encama bombebarana balafirên koalîsyonê de bi dehan çete hatin kuştin. -
Çeteyan li Efrînê 4 sivîlên din revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Bûrc Ebdalo yê navçeya Şêrawa 3 û li gundê Basûtê kesekî astengdar revandin. Li gundê Hemam ê Cindirêsê jî cenazeyek hate dîtin. -
Prof. Dr. Trabert: Li Rojava zarok ji anemiya Behra Spî dimirin
Prof. Dr. Gerhard Trabert diyar kir ku ji ber ambargoya li ser Rojava derman tune û ragihand ku gelek zarok bi nexweşiya anemiya Behra Spî ketine. -
Çeteyên dagirker li Efrînê 9 sivîlên din revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Badîna yê navçeya Mabata ya Efrînê 9 sivîlên din revandin ku yek ji wan jin e. -
Hemo: Dibe ku em hêzê bişînin Suweydeyê
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got ji bo ku Suweyde ji terorê were rizgarkirin ew amade ne ku hêzên bişînin. Hemo her wiha got çalakiyaên li Efrînê wê zêdetir bibin. -
Efrîn bûye weke bajarekî reşeyan
Li Efrînê ya ku bi mehane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatî dagirkirin û zilim lê heye, cihê jiyanê nemaye. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk Efrîn vegûherî bajarê xeyaletê (reşeyan). -
YPG’ê êrîşa li dijî gelê Suweydayê şermezar kir
Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Tîrmehê ya li ser gelê Suweydayê daxuyaniyek nivîskî parvekir û êrîş şermezar kir. -
Di nava 2 mehan de 6 hezar welatiyên Rojava vegeriyan Rojava
Welatiyên Rojava yên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê neçar mabûn ku malê xwe biterikînin û li Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn, vedigerin malên xwe.