Tevlîbûna nava QSD’ê didome: 221 şervanên din tevlî QSD’ê bûn

Li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn a QSD’ê 221 ciwanên Dêra Zorê piştî ku perwerdeya xwe qedandin bi merasîmekê beşdarî nava refên QSD’ê bûn.

Li gundê El-Kenterî ya navçeya Silûkê ya Girê Spî Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn, dewreya perwerdehiyê ya bi navê Şehîd Cûma Mihemed Hemîdan ku li Serêkaniyê şehîd bûbû, ku 221 ciwanên Dêra Zorê beşdar bûbûn bi merasîmekê bi dawî bû.

Li Akademiyê şervanan 20 rojan waneyên leşkerî û bîrdozî dîtin. Bi beşdarbûna şervan û fermandarên YPG, QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî merasîma bidawîkirinê hate lidarxistin.

 Di merasîmê de, ji fermandarên QSD`ê Zerdeşt Kobanê axivî û wiha got; “Têkoşîna me ya li dijî terorê wê bidome. Hêza me heye ku em dawî li terorê bînin. Em amade ne hêzên xwe bişînin tevahiya xaka Sûriyeyê ku ji terorê rizgar bikin.”

Di dawiya merasîmê de, şervanên ku perwerdehiya xwe bi dawî kirin, ji bo parastina welat sonda leşkerî xwarin.