Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu nîqaşên li ser destûra bingehîn a li Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku ti sedem nîne ku Kurd, demokrat, sosyalîst, çînên bindest û nûnerên gelan ji bo 'Destûra Bingehîn' bikevin nava fikaran û diyar kir ku di nava hevsengiya heyî ya polîtîk de, her wiha bi hebûna 'Rêziknameya' heyÎ ya Meclîsa Tirkiyeyê re xeyanelek bi vî rengî tenê tê wateya xapandina xwe.
Kurkçu ragihand ku meclîs bêyî guhertina destûra bingehîn jî yekser sibe dikarin gelek qanûnan derxîne, gelek pirsgirêkan çareser bike û got, "Hemû îhtimalên li ser paşeroja Tirkiye û Kurdistanê dikarin bi kûrahî û berfirehî bêne nîqaşkirin; rojeva civakî bê zelalkirin.
'EGER HÛN DIXWAZIN DESTÛREKE BINGEHÎN ÇÊBIKIN, DESTPÊKÊ LI GORÎ BIRYARÊN KONSEYA EWROPAYÊ TEVBIGERIN'
Eger ji bo karên ku yekser sibe dikarin bêne kirin hewl nayê dayin, azadiya girtiyên nexweş jî di nav de ji bo sererastkirin û başkirinê gav nayê avêtin, di rewşeke bi vî rengî de pêşniyara 'Destûra Bingehîn a Sivîl' tenê tê wê wateyê ku xwediyên vê pêşniyara bi nêta çareseriyê nînin, tenê dixwazin Destûra Bingehîn li encamên anketên yên têkildarî hilbijartina Serokkomariyê bi rêk û pêk bikin.
Gelo bi rastî jî hûn dixwazin destûreke bingehîn a 'sivîl' çêbikin? Wê demê berê xwe bidin Konseya Ewropayê û sozên ku we dane bi cih bînin: Guhertinên qanûnî yên ji bo zêdekirina azadiya îfade û rêxistinbûnê, sererastkirina kiryarên têkildarî girtiyan û misogerkirina mafên çandî yên Kurdan. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê bi cih bînin.
Di vê çarçoveyê de ne zehmet e ku bê fêhmkirin bê çima pêşniyara 'peymana civakî' ya ku Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kiriye û pêşniyarên guhertina Destûra Bingehîn ên ji DEP'ê heta niha hatine kirin û di arşîva qanûn-biryaran a Meclîsê de ne, ji nedîtî ve tên. Lê weke min got, ev 'komîsyon' bi armancên cuda bê avakirin jî ez di wê baweriyê de me ku wekîlên me şandine Meclîsê wê di vê komîsyonê de daxwazên gelan bînin rojevê, destpêkê wê astengiyên li pêşiya azadiya îfadeyê parçe bikin."