Îran û Îsraîl li hev dixin, dibe ku DYE jî tevlî vî şerî bibe

Spekulasyonên li ser tevlîbûna yekser a DYE ya li şer zêde dibin. Îsraîl û Îranê jî ji şevê heta sibehê li hev xistin. Îranê ragihand ku serê sibehê fuzeyên hîpersonîk avêtiye.

Hêzên Îsraîlê piştî ku fuzeyên ji Îranê hatin avêtin tespît kirin, bi rengekî demkî alarma hewayî dan. Rayedarekî leşkerî ragihand ku ji Îranê nêzî 10 fuzeyên balîstîk hatine avêtin û piraniya wan hatine astengkirin.

FUZEYÊN HÎPERSONÎK

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Muxafizên Şoreşê ragiyand ku fuzeyên balîstîk ên hîpersonîk ku xwedî menzîla navîn e Fattah-1 hatine avêtin. Îsraîlê jî diyar kir ku sibeha Çarşemê êrîş li Tehranê kiriye.

ÎRANÊ HETA NIHA NÊZÎ 400 FUZEYÊN BALÎSTÎK AVÊT

Li gorî daneyên artêşa Îsraîlê ji destpêka êrîşên leşkerî yên Îsraîlê û vir ve Îranê nêzî 400 fuzeyên balîstîk avêt Îsraîlê. Piraniya fuzeyan hatin xistin, lê belê hin ji wan bûn sedema xisara madî û birîndarbûnê.

HRANA: LI ÎRANÊ HERÎ KÊM 585 KES MIRIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê HRANA ku navenda xwe li Washingtonê ye, îdîa kir ku ji destpêka operasyona Îsraîlê ya bi navê 'Am Kalavi' (Rabûna Şêr) û vir ve li Îranê herî kêm 585 kes hatine kuştin. Di nava qurbaniyan de 239 sivîl û 126 endamên hêzên ewlekariyê hene. Hejmara birîndaran jî gihîşt 1.326 kesî.

JI NETANYAHU GEFA LI 'XAMANEY'

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu roja Sêşemê îdîa kiribû ku kuştina lîderê olî Ali Xamaney wê 'dawî li şer bîne' û bang li Îraniyan kiribû ku rabin ser piyan. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî destnîşan kir ku li Îranê 'guhertina rejîmê' wê were wateya 'kaos'ê.

NAVENDÊN HILBERÎNA SANTRIFUJ Û ÇEKAN HATE BOMBEKIRIN

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de ya sibeha Çarşemê hate ragihandin ku li navendên hilberîna santrijuf ûranyûm û febrîqeya çekan hatiye xistin. Li gorî daxuyaniyê, ev êrîşên ji aliyê 'Zêdeyî 50 balafiran' ve hate kirin.

LI ZANÎNGEHA MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ HATE XISTIN

Hêzên hewayî yên Îsraîlê êvara Sêşemê bombe li Zanîngeha Îmam Huseyîn barandin ku li bakurrojhilatê Tehranê ye. Li vê navenda leşkerî beşeke fîzîka nukleerê û dibistana efserên Muxafizên Şoreşê heye. Li gorî raporeke UAEA ya sala 2008'an, li zanîngehê 'Navenda Lêkolînên Fîzîkê' heye, ku bi afirandina teqemeniyên nukleerê û qada testê ya binê erdê tê sûcdarkirin. Ev sazî ji bo bernameya nukleerê ya Îranê weke çavkaniyeke girîng a personel tê dîtin.

XAMANEY: EM Ê NEYÊN REHMÊ

Ayettulla Ali Xamaney li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Divê em bi tundî li ber rejîma terorê ya siyonîst rabin. Em ê li siyonîstan neyê rehmê."

KONSEYA EWLEKARIYA NETEWEYÎ YA DYE'YÊ LI HEV KOM BÛ

Nûnerê Qesra Spî ragihand ku Donald Trump ttêkildarî şerê Îsraîl û Îranê Konseya Ewlekariya Neteweyî civandiye. Li gorî rayedarekî ku navê xwe eşkere nekir, civîn li 'odeya rewşê' hate kirin ku odeya krîzê ya navdar a Qesra Spî ye. Civîn bi qasî saetek û 20 deqeyan dewam kir.

HEMÛ RÊ Û ALTERNATÎF LI SER MASEYÊ NE

Rayedarên Emerîkî diyar kirin ku Donald Trump hemû alternatîfên gengaz dinirxîne û destnîşan kirin ku Washington vê gavê tevlî êrîşa Îsraîlê nebûye.

Ji bo rê û alternatîfa herî gengaz jî tê gotin, dibe ku Emerîka li hemberî navenda nukleerê ya Fordo ya Îranê ku bombardûmana Îsraîlê nikare xwe bigihîne wê, bombeyên anti-bunker ên gelekî xurt ên Emerîkî bêne bikaranîn.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) roja Sêşemê diyar kir ku ew dixwaze Îran 'Bê şert û merc teslîm bibe' û 'niha' naxwaze lîderê herî payebilind ê Îranê bikuje.

DYE BALAFIRÊN ŞER DIŞÎNE

DYE'yê ragihand ku wê 'sîstema parastinê' ya li Rojhilata Navîn hîn xurt bike.

New York Timesê diyar kir ku Donald Trump dibe ku balafirên sotemeniyê bişîne, ji bo balafirên şer ên Îsraîlê karibin bi demdirêjî wezîfeyê bikin.