Koçberan teslîmî çeteyan dikin

Dewleta Tirk ku bi salan e koçber li dijî Ewropayê kirî şantaj niha jî bi zorê wan dişîne Idlib û Efrînê.

Ji ber şer nêzî 3 milyon Sûriyeyî neçar man ku koç bikin. Dewleta Tirk bi salan koçberên li welatê xwe li dijî dewletên Ewropa kire şantaj. Erdogan bi gefa ku wê deriyan veke û koçberan bi ser welaten Ewropa de bişîne welatên YE’yê rehîn girt. Niha jî koçberan ji bo ku ji Tirkiyê derxîne bi zorê kaxezan bi wan dide mohrkirin û wan dersînor dike.Van koçberan di ser sînorê Idlibê re radestî çeteyan dike.

H.E ku beriya bi 5 salan hatî Tirkiyê ji hêla dewleta Tirk ve bi zorê hate desînorkirin. H.E tiştên ku bi serê wî hatin vegot. H.E got ji ber pirsgirêka nasnameyê hatiye destgîrkirin û domand: ‘’Bi hinceta ku nasnameya me tine em du kes destgîr kirin û birin qereqola Zeytînbûrnuyê. Li wir êşkence li me kirin. Em 6 rojan li wir hiştin. Piştre gotin, ‘’em ê we berdin lê divê hûn pereyan bidin me’’. Li ser me 12 hezar lîre hebû, me ew da. Piştî 2 rojan gotin, ‘em ê we bidin şûbeya biyaniyan’’. Dema ku em birin wir bi zorê kaxez bi me dane îmzekirin. Piştre dîsa em anîn. Li wir jî piştî ku bi zorê îmze dane avêtin em li Babhewa (deriyê sînor ê Idlibê danîn). Em nêzî 50 kesî bûn. Bi me re malbat jî hebûn.

Dewleta Tirk li Babhewayê ez radestî çeteyan kirim. Em birin cem serekê çeteyan. Di lêpirsînê de gotin hûn ne misilman in û dijûn li me kirin. Di cihên kontrolê de em rawestin, telefon û pereyên me ji me standin. Min 5 hezar pereyên Sûriyê dan û telefona min dane min.

DERBASBÛNA BER BI EFRÎNÊ VE

Em birin cem fermandarên Tirk. Wî jî got ev ji nav PKK’ê tên. Li ser laşê min ji zikmakî ve deqek hebû, gotin ev şûna guleyê ye. Çete li wir ketin qirika hev. Çeteyek hate kuştin. Di nav vê tevlîheviyê de fermandarên Tirk reviyan. Di wê tevîheviyê de em jî reviyan û li erebê siwar bûn. Me ji yekî alîkarî xwest da ku me bibe Efrînê. Wê demê çete hatin. Me 40 hezar lîre da wan jî û em derbasî Efrînê bûn.’’

10 ROJ LI EFRÎNÊ

H.E got li Efrînê wan dîmenên pir xirab dîtine û wiha domand: ‘’Li nav Efrînê êşkence li Kurdan dikin. Dest li ser mal û milkê wan datînin. 10 rojan li Efrînê mam. Ji tirsa zêde derneketim. Dest li ser xaniyan dayînin, dest davêjin jinan. Ji bo zêran destê jinan jêdikin. Me ji tirsa newêrabû ku bibêjin, em Kurd in. Zêdetir li Şiyê, Cindirês, Mabata, Şêrew û Şerayê ev tişt dibin. Li Bilbilê dibe nizanim. Ji ber ku min nikarîbû biçim wir. Ji ber tirsa ku ez biçim wir wê çi bi min bikin, min nizanîbû, ez neçûm gundê xwe.

HER NEQENCÎ DIKIRIN

Çeteyan bi roj keşf dikirin, kî dewlemendtir bû, bi kê re zêr hebûn, tespît dikirin. Bi şev dihatin diketin malan. Beriya bi mehekê ji ber ku di dest jinekê de zêr hebûn bi şev ketin mala wê. Mêrê wê kuştin û dest dirêjî lê kirin. Ji bo zêran destê wê jêkirin. Ên ku bi hewarê ve çûn li wan reşandin. Piştre jin û du zarokên wê birin. Me careke dî agahî jê nestand. Destê qutbûyî yê jinê hê li mal e.’’