Efrîn bûye weke bajarekî reşeyan

Li Efrînê ya ku bi mehane  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatî dagirkirin û zilim lê heye, cihê jiyanê nemaye. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk Efrîn vegûherî bajarê xeyaletê (reşeyan).

Ji 18’ê Adarê ve li Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê El Nûsra, DAIŞ û OSO ve hatî dagirkirin, êşkence, talan, xespkirin, revandina mirovan û şer didome. Gelek Efrînî yên ku naxwazin malên xwe vale bikin ji ber zilma dewleta Tirk û çeteyên wê neçar dimînin xaka xwe biterikînin. R.C yek ji wan e. R.C ya ku bi mehane bûye şahidê hovitî û komkujiyên dewleta Tirk neçar ma koçî herêma Şehbayê bibe. R.C zilm, êşkence, bûyêrên qewimîn û jiyaye ji ANF’ê re vegot.

R.C diyar kir ku di pêvajoya dagirkirina EFrînê de bi malbata xwe re li gund dima û ji ber bombebaranê neçar maye zarokên xwe bibe û biçe Efrînê. R.C wiha domand; “Me texmîn nedikir ku li navenda Efrînê li sivîlan bidin. Lê dema ku em hatin Efrînê ji gundan xirabtir li Efrînê xistin. Bi rojan e em li jêrzemînan  man. Li zarokan dixistin. Bombe li jîngehên sivîlan dibarandin. Piştî ku me lê nêrî rewşa Efrînê xirabtir bû em jî dubare vegeriyan gund.

BI ZAROKAN ÊŞKENCE LI GIRTIYAN DIKIRIN

R.C qala zext û zordariya dewleta Tirk a li gund kir û wiha got; “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mirov direvandin û fîdye dixwestin. Li gund bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ye’ xwediyê dikanekê revandin û fîdye xwestin. Bi rojan êşkence li wî kirin. Piştre di berdêla perayan de ew berdan. Lê dema hatî wiha êşkence lê kiribûn ku weke cenazeyekê lê hatibû. Ji me re qala êşkenceyê dikir û di got her roj êşkence li min dikirin. Lê digot; “Bi zarokan êşkence li me dikirin û ew bi xwe dirûniştin û temaşeyî êşkenceya zarokan dikirin.”

R.C got li Raco yê girtîgehek avakiribûn û kesên diçûn wê girtîgehê sax ne difelitîn û bi domdarî wiha got; “Dîsa  li Basûtê jî girtîgehek çêkiribûn û navê wê kirîbûn ‘Girtîgeha Kale’ (Di dema Osmaniyan de navê girtîgeheke ku li Latqiye yê li giravekê hatibû avakirin. Ev girtîgeh bi zilm û êşkenceya xwe dihate naskirin di wê demê de. Kesê diketê sax jê ne difelitî). Li vê girtîgehê mirov bi şelîta Filistinê dihatin daliqandin. Zilamekî ku daliqandibûn piştr ket. Piştre gotin ji bo tedawiyê birine Tirkiyê. Lê heta niha ti agahiyek ji wî nehate girtin.”

MIROV DIGIRTIN Û FÎDYE DIXWESTIN

R.C wiha qala êşkence û hovitiya dewleta Tirk dike; “Ji pismamê min re gotin ‘yan tê wesayîta xwe bidî yan jî pere’. Pismamê min mîlyonek perê Sûriyeyê da. Ji zilamê meta min re gotin ev 15 sal e li Tirkiyeyê ye. Ew jî teqez endamê rêxistinê ye û wesayîta wî jî girtin. Hatin gund gotin em ê hemû telefonên gundiyan bigerin û piştre hemû birin ne dan gundiyan.

Diketin malan çi hebe hemû komdikirin. Dema ku xwediyê malê ne amadebûn digotin ‘endamê rêxistinê ne’ ji bo wê reviyan e û dest datîninan li ser hemû tiştên wan. Ji xwe ti bahaneya wan nebûya jî ji ber ku Kurd bûn êşkence li wan dikirin. Li gund kesek girtin. Zilam digot ‘min tiştek ne kiriye û ti girêdana min bi rêxistinê re nîne’. Wana jî digot ‘Tu Kurd î ev ji bo me bes e’.

‘WÊNEYÊN RÊBERTÎ DIXISTIN TELEFONÊN WAN Û PIŞTRE DIGIRTIN’

R.C got, çeteyan wêneyê Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixist telefonan û wiha domand; “Li ser rê yan li cihekê mirov digrtin û dest datînan li ser telefonên wan. Piştre ji telefonên xwe wêneyên Rêbertî ji bo telefonên wan dişandin û piştre digotin ‘PKK’yî ye’ dibirin, êşkence lê dikirin. Kesên xizmên wan li Elmanyayê bûna digirtin û li wan digeriyan, fîdye dixwestin.

Dema ku em çûyîn Efrînê hemû tiştên xwe me bir û me xist jêrzemînekê. Piştre dema ku ez çûm tiştên xwe bînim dest danîbûn li ser hemû tiştan. Dizî, talan û hovitî gelek zêde ye. Dema ku dizanin mirovek rewşa wî baş e bi teqez sûcek  jê re didîtin û hemû tiştên wî digrtin. Li gund zilamek revandin û xortûm bi laşê wî ve şewitandibûn. Jinek birin û 45 rojan hemû cûrê eşkenceyê lê kirin. Ew jin hê jî nexweş e.”

‘JI BO DIZIYÊ BI HEV DIKETIN Û XWE DIKUŞTIN’

R.C diyar kir ku bi mehan ji gundiyê bi navê Îsmet Mahmût Henan û Bekîr Neşad agahî negirtin û ev tişt got; “Zarokên wan bi mehan perîşan bûn. Kesekî beriya 15 salan çûyî Elmanyayê di gotin ev teqez endamê rêxistinê ye û dest datînan li ser hemû mal û milkên wî. Bi rojê digeriyan û mal keşif dikirin. Şevê jî bi ser mal û dikanan de digrtin. Çeteyan gelek caran di nava xwe de ji bo diziyê ji hev dikuştin. Ger yekê ji yê din hinek zêdetir tişt dizîbe ev jî dibû sedemê mirinê. Di nava xwe de jî gelek şer dikirin û ji hev dikuştin.”

‘MALBATÊN ENKS’YÎ XIZMETA WAN DIKIN’

R.C qala îxaneta malbatên ENKS’yî jî kir û wiha got; “Zarokên min êdî ji dengê wesayîtan jî ditirsin. Dema ku dengan dibîhîsin xwe di avêjin me. Çete her şev guleyan diberdin. Balafir bê navber digerin. Yên ENKS’yî ewqas ji bo wan kar kirin jî lê heman tişt bi wan jî dikirin. Ji ber ku ENKS’yî Kurd bûn û bi wî çavî li wan temaşe dikirin. Lê tevî vê jî malbatên ENSK’ê diketin pêşiya wan û li gundan digeriyan. ENKS’yiyan çilên çeteyan dibirin, jin û zarokên wan dişûştin. Digotin leşkerên me ne divê em xizmeta wan bikin. Êşkence li yên ENKS’ê jî dikirin lê tevî vê xizmet ji wan re dikin.”

‘DEWLETA TIRK BI ZORÊ ZAROK DIBIRIN DIBISTANÊN KU WAN VEKIRINE’

Herî dawî R.C wiha got; “Jin ne dikarÎn ji malê derkevin û biçin dikanê. Li Efrînê dibistan vekirine. Alaya Tirk lê dane û bi zaorê zarokan dibin dibistanê. Zarok bi xwesteka xwe naçin dibistanê. Ditirsin ji neçarî diçin dibistanê. Gef li malbatan dixwin ji bo ku zarokan bişînin dibistanê.

Hinek caran tên bi zorê malbatan dibin û merasîman lidardixin. Bi zorê alaya Tirk dixin destê wan de û didin çapemeniyê. Gotinên Erdogan ‘Me Efrîn xist cihê xweşî û bi ewleye’ hemû direwin. Efrîn niha veguheriye bajarekî reşeyan (xeyalet) û mirov ji ber tirsa nikare derkeve ji derve. Nasnameyên ku dewleta Tirk çêkirine hemû jî komplo ne. Dayina nasnameyan ji bo wan kesan, zanîna hemû agahiyên di derbarê wan de ye.”