TEV-DEM: Tirkiye Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve dibe

Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Kemal Akîf diyar kir ku Tirkiye naxwaze li Îdlîbê çareseriyek pêk were û bal kişand ser vî tiştî ku divê Tirkiye wekî dagirker were dîtin.

Têkildarî rewşa dawîn ya li Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê berdevkê fermî yê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akîf di civîneke çapemeniyê de axivî.

Akîf di destpêka axaftina xwe de behsa destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê kir û diyar kir ku dewleta Tirk gelek zevî û malên welatiyan şewitandine. Akif got ku “Ev kirinên Tirkiyeyê li Efrînê metirsiyeke rasteqîn li hemberî pêşeroja giştî Sûriyeyê ne.

BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ CIHÊ ŞERMEZARIYÊ YE

Akîf di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Me gelek raporên çalakvanên mafên mirovan şopandin. Ev rapor rastiya ku li herêma Efrînê û destdirêjiyên dewleta Tirk hemûyan eşkere nakin. Pêdiviya rewşa li Efrînê bi helwesteke navneteweyî heye. Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên li Efrînê cihê şermezariyê ye."

TIRKIYE LI ÎDLÎBÊ ÇARESERIYAN ASTENG DIKE

Derbarê geşedanên li Idlibê de Akîf da zanîn ku hevdîtinên navneteweyî girêdayî vê mijarê di hemû aliyan de pêk tên û ew wek Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê van hevdîtinan bi baldarî dişopînin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Pêşketinên girîng di encama van hevdîtinan de wê pêk werin û bandora wan wê li Idlibê diyar bibe, nemaze wê bandorê li paşeroja giştî Sûriyeyê bike. Tirkiye li Idlibê siyaseteke neyînî dimeşîne û çareseriyan asteng dike û tevliheviyê derdixe. Li Idlibê heta niha helwesta Tirkiyeyê ne diyar e. Eger danûstandina Tirkiyeyê li ser esasê dewleteke dagirker neyê kirin, bêguman Tirk wê hin tedbîran wergirin û wê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibin."

GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Derbarê rewşa koçberan de Akîf da zanîn ku Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê siyaseta guhertina demografîk di Sûriyeyê de dimeşînin û vê siyaseta xwe li ser erdê pêk tînin. Guhertina demografîk ne tenê ziyanê bi yekitiya gelê Sûriyeyê dike lê belê giştî pêşeroja Sûriyeyê pê bi bandor dibe.

Berdevkê fermî yê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Kemal Akîf di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em li dijî guhertina demografîk in. Em dibînin ku ev siyaseta li Sûriyeyê tê meşandin metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Hemû kesên li derveyî Sûriyeyê ji mafên wan e vegerin warên xwe. Lê Tirkiye dixwaze kemberekê li hin herêman çêke û meseleya koçberan di bazarên xwe yên siyasî de bi kar bîne û bi çarenûsa koçberan bilîze. Em bi vegera hemû welatiyên Sûriyeyê re ne, lê divê veger ber bi deverên resen ve be, ango ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê yan hin aliyên din, ev koçber bêne bicihkirin."