Çeteyan li gundê Bûrç Haydar ê Şerawayê mirov revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro li gundê Bûrç Haydar ê Şerawaya Efrînê bi dehan kes revandin û dora gund girtin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Efrînê li dijî mirovayetiyê tevdigerin. Çeteyan îro girtin ser gundê Bûrç Haydar ê Şerawaya Efrînê û gelek kes revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, çeteyên Lîwa Hamzat ên Tirkiyeyê îro girtin ser gundê Bûrç Haydar ê Şerawaya Efrînê. Çeteyan nêzî 30 wesayîtan girtin ser gund û hate ragihandin ku çeteyan nîvê gundiyan revandiye.

Saloxdêrên ji herêmê ragihandin ku hemû telefonên şêniyên gund hatine berhevkirin û ketin û derketina gund jî hatiye qedexekirin.

Ji nav kesên ku hatine revandin, ên ku nasnameya wan hatine diyarkirin wisa ye: Seydo Elî Silêman Gulê Xeyrî (30), Ebdilhey Zekeriya Hesen (25), Edhem Elî Hesen (16), Ehmed Mihemed Silêman (18), Egîd Reşîd Hesen (26), Ehmed Reşîd Hesen (22), Mihemed Hesen Nasiro (53) û Basil Ednan Mihemed Elî (22).