Di bombebarana koalîsyonê de bi dehan çete hatin kuştin

Li herêmên dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de pêngava rizgarkirinê ya hêzên QSD’ê didome, hate ragihandin ku di encama bombebarana balafirên koalîsyonê de bi dehan çete hatin kuştin.

Li gorî daneyên Mala Çavdêriyê ya Mafê Mİrovan a Sûriye (SOHR) ku navenda wê li Londrayê ye, di êrîşa hewayî ya nêzî sînorê Iraqê li wîlayeta Dêra Zorê herî kêm 28 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê SOHR’ê de hate ragihandin ku bombebaran û topbarana li dijî hêrêma Bîr El Meleh a wîlayetê didome û tê payîn ku windahiyên çeteyan hê zêdetir bin.

Fransa ku yek ji welatên di nava koalîsyonê de cih digre, Fermandarê hêzên Fransa General Françoîs Parîsot meha borî daxuyaniyek dabû û diyarkirîbû ku li herêmê bi sedan çete hene. Parîsot gotibû ji bo paqijkirina çeteyan li herêmê wê gelek meh biçin.

Li herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê dagirkirî bi giştî sedî 3’ê xaka Sûriyeyê di dest de maye, tevî ku têk diçe li dijî sivîlan êrîşên mezin pêk tîne. Herî dawî di êrîşa 25’ê Tîrmehê li Sûveydayê zêdetirî 250 sivîl an jiyana xwe ji dest dabûn.