Di nava 2 mehan de 6 hezar welatiyên Rojava vegeriyan Rojava

Welatiyên Rojava yên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê neçar mabûn ku malê xwe biterikînin û li Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn, vedigerin malên xwe.

Di nava 2 mehên dawî de ji Başûrê Kurdistanê 6 hezar welatî berê xwe dan Rojava. Rêveberên Deriyê Sînor ê Sêmalka yên navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de agahî da ANHA’yê û diyar kir ku rojan e bi dehan kes berê xwe didin Rojava.

Li gorî agahiyên rêveberên sînor di demê dawî de herî kêm rojan e 400 kes berê xwe didin Rojava. Ji rêveberan Mihemed Xêr Berces anî ziman ku di nava meha Hezîran û Tîrmehê de piranî jê ciwan ji 6 hezar kesî zêdetir derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Tê payîn ku ji ber pêkanînên hikûmeta Başûrê Kurdistan û kirîzên aborî yên li herêmê veger pêk tên. Welatiyê Rojavayî yê bi navê Mihemed Îbrahîm ê ji ANHA’yê re axivî, anî ziman ku Başûr weke cihê xwe nedîtine û hem jî ji ber pêkanînên hikûmet û kirîzên aborî bi fikar bûn.