Rêxistina Efûyê: Li Efrînê zextên giran hene

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Înternatîonal) diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê zextên giran dikin û mafên mirovan binpê dikin.

Rayedarê Saziyê Dîana Semaan qala rapora Rêxistina Efûyê kir û got, “Li Efrînê atmosfereke terorê heye.”

Di raporê de bal tê kişandin ku çete ji meha Adarê ve Efrîn dagir kirine û Tirkiye derfetê dide ku çete sûcan bikin.

BI ÇAVÊN DIJMINATIYÊ LI KURDAN DINIHÊRIN

Di raporê de tê diyarkirin ku bi çavên dijminatiyê li Kurdan tê nihêrîn û gefa êrîşan li ser gel heye. Di raporê de tê diyarkirin ku şîddetê li ser gel tirseke mezin pêk aniye û mirov nikare ji herêmê agahiyên rast bistîne. Nûnerê Rêxistina Efûyê Semaan diyar kir ku li Efrînê û derdora wê gelek bûyerên êşkencekirin û windakirinê pêk hatiye.

JI BO LÊKOLÎNÊN SERBIXWE DESTÛR NAYÊ DAYÎN

Di raporê de tê diyarkirin ku ketin û derketina bajêr di bin kontrola dewleta Tirk de ye û rojnameger nikarin têkevin Efrînê û destûr nehatiye dayîn ku nûnerên  Rêxistina Efûyê jî têkevin Efrînê.

MILK TÊN TALANKIRIN Û JI BO KESÊN HATINE REVANDIN FÎDYE TÊ XWESTIN

Di raporê de bal tê kişandin ku li Efrînê bi mehan e talan tê kirin û gelek kes ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. Tê diyarkirin ku çete ji bo kesên ku revandiye, fîdyeyê dixwazin û gelek malbat nikarin ji xizmên xwe agahiyan bistînin. Di raporê de tê diyarkirin ku li Efrînê nêzî 20 komên çeteyan di nav xwe de şer dikin û Kurdên ku hatine revandin, li cihekîn din tê girtin. Di raporê de tê diyarkirin ku Kurd piştî êşkenceyên giran serbest tên berdan û gelek Kurd jî agahî ji wan nayê stendin.

Di raporê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku çeteyan mal û milkên ku talan kirine, di nav xwe de par ve dikin.

Di raporê de tê diyarkirin bi derxistina Kurdan re, tê xwestin ku demografiya bajêr were guherandin û komên din li şûna Kurdan were bicihkirin.