Bi wesîleya salvegera 100'emîn a serhildanan Şêx Seîd li Brukselê konferans, li Kolnê bîranîn

Bi wesîleya salvegera 100'emîn a serhildana Şêx Seîd a sala 1925'an wê li Brukselê konferanseke akademîk, li Kolnê jî mîtîngeke girseyî ya bîranînê bê lidarxistin.

Bi wesîleya salvegera 100'emîn a serhildana Şêx Seîd ku sala 1925'an li Kurdistanê pêk hat, wê li Ewropayê çalakî bêne lidarxistin. Bernameyên çalakiyan ji aliyê Komîteya Amadekar a ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên li Elmanya û Belçîkayê ve wê bêne lidarxistin.

LI BRUKSELÊ KONFERANS

Di çarçovey açalakiyan de 27-28'ê Hezîrana 2025'an wê li paytexta Belçîka Brukselê konferansek bê lidarxistin. Di konferansê de ku wê ji pênc rûniştinan pêk were, piştperdeya dîrokî ya serhildanê, bandora siyasî û çandî bê nirxandin.

Akademîsyen û lêkolînerên li ser meseleya Kurd xebitîne wê beşdarî konferansê bibin. Prof. Dr. Naif Bezwan, Doç. Dr. Zozan Pehlivan, Dr. Derya Bayir, Prof. Dr. Mesut Yeğen, Dr. Seda Altuğ, Mehmet Bayrak û Doç. Dr. Selim Temo çend ji beşdaran e.

Mijdarên di konferansê de bêne nirxandin:

Di dema ber bi 1925'an de atmosfera siyasî ya li Kurdistanê

Têkiliya navneteweyî ya berxwedanê û bandora wê ya dîplomatîk

Asîmîlasyon û polîtîkayên sirgûnkirinê yên salên destpêkê yên komarê

Rola Tevgera Azadî û rêxistiniya Kurdan

Bandora berxwedana Şêx Seîd li ser parçeyên din ên Kurdistanê

Di nava hişê gel, wêje û dîroka devkî de şopa berxwedanê

LI KOLNÊ MÎTÎNGA GIRSEYÎ IYA BÎRANÎNÊ

Piştî konferansê wê 29'ê Hezîrana 2025'an roja Yekşemê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi armanca bîranîna şehîdên serhildana Şêx Seîd mîtîngeke girseyî ya bîranînê bê lidarxisitn. Mîtîng wê bi beşdariya ji çar parçeyên Kurdistanê bi banga hevpar a KNK û hemû sazî û partiyên ser bi wê ve bê lidarxistin.

Komîteya Amadekar bang li partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û kesayetên Kurdistanî kir ku beşdarî mîtîngê bibin.