Dewleta Tirk êrîş kir, gundên Suryanan hate valakirin

Ji ber êrîşên dewleta Tirk gundê Suryanan ê bi navê Mela Abbas, hatiye ber valakirinê.

Gundê Mela Abbas ê Tirbêsiyê ya Qamişloyê ya ku kîlometreyekê dûrî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye ji ber êrîşên dewleta Tirk hatiye ber valakirinê. Li gund 66 malbatên Suryan dijîn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê dewleta Tirk bi salan e guleyan li gund direşîne û nahêle ku cotkar biçin ser zeviyên xwe. Gelek şêniyên gund ji bo ku xwe ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin li dora malên xwe ji betonan dîwar lêkirin û gelek gundiyan jî koç kirine.

TENÊ 5 MALBAT MAYE

Gelek malbatên gundê Mela Abbas koçî Qamişlo û Tirbêspiyê kirine. Îsa Qleqiyos ê 86 salî yê ji gundê Mela Abbas diyar dike, berê gundê wan gelekî şên bû lê niha tenê 5 malbat mane.

Îsa diyar kir ku beriya ku di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê sînor were danîn, wan heywan xwedî dikirin û got, “Kesên ku heywan xwedî dikirin, ji bo çêrandina heywanên xwe heta herêma Pirsûsê diçûn. Leşkerên Tirkiyeyê nahêlin ku gundî biçin ser zeviyên xwe. Gundî dema ku diçin ser zeviyên xwe, leşkerên Tirk guleyan li wan direşîne. Ji ber vê jî gelek gundiyan ji neçarî koç kirine.”