Prof. Dr. Trabert: Li Rojava zarok ji anemiya Behra Spî dimirin

Prof. Dr. Gerhard Trabert diyar kir ku ji ber ambargoya li ser Rojava derman tune û ragihand ku gelek zarok bi nexweşiya anemiya Behra Spî ketine.

Rêxistina Xizmeta Tendirsutiyê û ya li Dijî Hejariyê (Armût ûnd Gesûndheît e.V. ) yek ji saziya sereke ya li Elmanyayê ye. Damezirînerê komeleyê û serokê wê Prof. Dr. Gerhard Trabert ji zû ve ye bi Rojava re eleqedar dibe.

Prof. Dr. Gerhard Trabert yê ku heta niha gelek caran çûye herêmê û xizmetên tendirustiyê kontrol kiriye,  tevî komek hevalên xwe hewl dide astengiyên di warê tendirustiyê de yên li Rojava çareser bikin. Prof. Dr. Gerhard Trabert ji bo temînkirina dermanan tevî koma xwe di meha Tîrmehê de çûbû Rojava.

Prof. Dr. Gerhard Trabert ê ku çend roj berê Elmanyayê, çavdêriyên xwe ji televîzyona dewletê ya Elmanyayê ji ZDF’ê re ragihand. Bijîşkê Elman diyar kir ku di serî de kuvoza zayîna zû û amûrên plastîk ên cerrahî tê de, pêdivî bi gelek amûr û alavên tendirustiyê heye.

‘JI BER AMBARGOYÊ ZAROK DIMIRIN’

Prof. Dr. Gerhard Trabert diyar kir ku ji ber ambargoya Tirkiye û Şamê derman tune ne û got ku, “Ji ber tunebûna dermanan, zarok dimirin. Gelo em di kîjan serdemê de dijîn? Ev sûcekî mirovahiyê ye.”

Prof. Dr. Gerhard Trabert xwest ku hikumeta Elmanyayê têkeve nav hewldanan û ji ber tunebûna dermanan zarok ji ber nexweşiya anemiya Behra Spî jiyana xwe ji dest didin. Prof. Dr. Gerhard Trabert got ku, “Di dema tedawiyê de xwînê didin zarokan lê ev jî tê wateya depokirina zêde ya hesin. Ev depokirin xisarê dide organên zarokan û zarok di nava 15-20 salan de ji ber îflaskirina organan jiyana xwe ji dest didin. Hin derman hene ku hesin ji bedenê derdixin, ev derman jî gelekî biha ne û li Sûriyeyê tuneye.”

‘DIVÊ MODELA DEMOKRATÎK A LI ROJAVA WERE JIYÎN’

Prof. Dr. Gerhard Trabert diyar kir ku heke ambargoya li ser Rojava were rakirin ew ê kêmbûna dermanan jî were çareserkirin û nexweşiyên wekî anemiya Behra Spî jî kêm bibe. Bijîşkê Elman diyar kir ku DAÎŞ û dewleta Tirk di êrîşan de nexweşxane jî kirine hedef. Trabert got ku, “Li wê derê civakeke modern û demokratîk heye. Li her derê rêveberiyên demokratîk hene. Ya herî girîng jî ev e ku divê alîkariyên ji derve tên, divê bigihêjin herêma Rojava. Divê modela li Rojava were jiyîn û li ser pêyan bimîne.”

Li gorî Prof. Dr. Gerhard Trabert li Rojava bi kêmanî 300 zarok bi nexweşiya anemiya Behra Spî ketine û di tipê de jê re dibêjin ‘Talasemî.’ Trabert diyar kir ku ev nexweşî bêtir li welatên Behra Spî, li welatên wekî Malta, Yewnanistan û Îsraîlê tê dîtin.Li Tirkiyeyê jî li bajarên wekî Antalya, Antakya û Mêrsînê ev nexweşî heye.