QSD: Bejahiya Dêra Zorê bi giştî hat rizgarkirin

Fermandariya giştî ya QSD’ê eşkere kir ku bejahiya Dêra Zorê bi giştî hatiye rizgarkirin.

Di derbarê rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê de QSD’ê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku tevahiya bejahiya Dêra Zorê hatiye rizgarkirin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

ʺPêngava me ya ji bo rizgarkirina bajarokê Deşîşa, 3'yê Hezîranê, di çarçoveya dewamkirin û ewlekirina sînorê Sûriye-Iraqê de û rizgarkirina tevahî gundewarên parêzgeha Hesekê ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê de destpê kiribû û plansaziya wê bi hevdemî ya ligel artêşa Iraqê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatibû kirin.

Pêngavê ji her du aliyên Şedadê û Holê ve destpê kiribû û bejahiya bi rûberiya 7 hezar û 136 kîlometrekare; bi dirêjahiya 191 kîlometreyan li seranserê sînorê Iraqê, di nava wê de jî bajarokê Deşîşa yê stratejîk û tevahî gundên girêdayî wê hatin rizgarkirin. Ligel van gundên girêdayî bajarokên Elsuwer û Merkede yên çema Xabûrê û deriyê Tel Sefûk jî hatin rizgarkirin. Hêzên me bi hêzên Iraqê re li ser sînor rastî hev hatin, bi vî awayî jî tevahî behahiya Dêra Zorê hate rizgarkirin.

Şervanên me bi sedan sivîl rizgar kirin, her wiha bi sedan sivîlên asê mabûn ji wan gundan derxistin û ji herêmên şer hatin dûrxistin.

Dîsa li wan gundan ji bo astengkirina pêşketina şervanan gelek mayin û teqemenî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn çandin, lê yekîneyên me yên endezyariya leşkerî ew mayin rakirin. Ligel van şervanên me gelek tunelên binerd dîtin û bê bandor kirin.

Koalîsyona Navneteweyî jî bi awayekî çalak ji erd û asîman ve beşdarî şer bûn û derb li tevgerîna çeteyan, çeperên wan dan.

Di encamê de herêm bi giştî ci çeteyan hat rizgarkirin, gelek çek, cebilxane desteser kirin.