YPG: 6 leşker û çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ’ê bê navber derbên giran li Efrînê li artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê dide. Di 3 çalakiyên cihê yên serê meha Tebaxê ya li Efrînê de 6 leşker û çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên YPG/YPJ’ê li Efrînê li ser hev derbên giran li artêşa Tirk a digirker û komên çeteyên wê dixe. Di 3 çalakiyên cihê de bi giştî 6 leşker û çete hatin kuştin.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê de hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di hundirê Efrînê de didomînin. Du heftiya yekemin ya meha Tebaxê de yekîneyên me bi 3 çalakiyên bi bandor leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker kirin hedf. Di van çalakiyan de 6 çete û leşker hatin kuştin, 10 brîndar bûn.

Di dîroka 6’ê Tebaxê de hêzên me li herêma di navbera gundên Kebaşîn û Birc Heyder de wesayîtek leşkerî ya koma çete ya Feylaq Şam kirin hedef. Di encama çalakiyê de wesayît hat rûxandin û çeteyek hate kuştin.

Di heman rojê de yekîneyên me di navbera navenda bajarê Efrîn û navçeya Cindirêsê de wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk a dagirker kirine hedef. Di encama çalakiyê de wesayît hate rûxandin, 2 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û 3 çete brîndar bûn.

Di heman rojê de yekîneyên me hêzên polîs ên artêşa Tirk a dagirker di navenda bajarê Efrînê de kirin hedef. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 7 çete brîndar bûn.

Di navbera dîrokên 5 û 6’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li bejahî û navenda navçeyên Raco, Bilbilê û Şiyê operasyoneke berfireh dan destpê kirin. Operasyon bêyî ku bigihîje encamekê vekişiya.”