Li Reqayê goreke din a komî hate dîtin
Li navenda bajarê Reqayê goreke din a komî hate dîtin.
Li navenda bajarê Reqayê goreke din a komî hate dîtin.
Piştî bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Komîteya Jinûve Avakirinê hatibû avakirin, xebatên rakirina enqazê ya tîmên girêdayî komîteyê didomin.
Yasîr El Xemîs ê ku di nava tîmê de cih digire got, li Reqayê heta niha 9 gorên komî hatine dîtin. El Xemîs wiha domand; “Heta niha me ji gora Reşîd û baxçeyê sewalan cenaze hemû derxistine û li gorên din derxistina cenazeyan dewam dike. Heta niha zêdetirî hezar û 500 cenaze piraniya xwe ku sivîl in, hatine derxistin.
El-Xemîs teqez kir ku wan goreke din a komî li nêzî Çerxerêya Penorama dîtine û di hefteyên pêş de we tîma wan dest bi derxistina cenazeyan bike.