Çeteyên dagirker li Efrînê 9 sivîlên din revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Badîna yê navçeya Mabata ya Efrînê 9 sivîlên din revandin ku yek ji wan jin e.

Li Efrînê ya ku  ji aliyê dewleta  Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, êrîşên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd didomin. Çavkaniyên ji bajar ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Badîna yê navçeya Mabata ya Efrînê 9 sivîlên din revandin ku yek ji wan jin e.

Navê sivîlên hatine revandin wiha ne; Nîhad Umer (40), Hisên Şaban (25), Reşîd Cibalî (27), Hesen Cafer (45) Mewlîda (50), Hemûda Eşkîle (44), Mihemed (26), Xesan Dado (40) ve Hebeş Hebş (25).