Ziyana madî ya şerê li Sûriyeyê 400 milyar dolar e

NY’yê ragihand ku ji ber sedemê şerê navxweyî yê ku ev 7 sal in li Sûriyeyê diqewime, rê li ber ziyaneke madî bi qasî 400 milyar dolar vekiriye.

Di civîna li paytexta Libnan Beyrûtê ku ji aliyê Komîsyona Aborî û Civakî ya Asyaya Rojava (CESAO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ve hate kirin, encamên madî yên şerê li Sûriyeyê nirxandin.

Li gorî daxuyaniya piştî civaîna bi beşdarbûna nêzî 50 pisporên navneteweyî û Sûriyeyî hate kirin, di encama şerê naxweyî yê 7 salan tê payîn ku ziyana madî gihiştibe 388 milyar dolaran. Li gorî daneya ku hatî parvekirin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane nehate dayîn jî, tenê ziyanên sererd û binerd hatine destgirtin.

Şerê navxweyî yê ku bûye sedema ku tê payîn 350 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabe, hate diyarkirin ku ji bo ji nû ve bê avakirin wê nêzî 10 salan dom bike.

Di 4 salên destpêkê tenê bi hevkariya welatên biyanî bi alîkariya ‘hêzên hundirîn’ ve şer dom kiriye. Her wiha bi tevlîbûna Koalîsyona li Dijî DAIŞ’ê ya ku di pêşengtiya DYA’yê ku sala 2014’an de rê li ber serketineke navneteweyî vekiriye. Dîsa Rûsya ya ku beriya wê tenê piştgiriya leşkerî dikir, ji sala 2015’an ve bi awayekî fermî tevlî şer bûye.

Xebatên ji nû ve avakirinê yên li Sûriye niha li herêmên ku QSD’ê û hêzên rejîmê azad kirî dewam dikin. Ji bo ji nû ve avakirinê Sûriyeyê ji sala pav ve gelek civîn bi Rûsya, Îran û Çînê re pêk anîbûn.